STENBOL – Parlamentera CHP'ê ya berê Melda Onur, diyar kir ku Tirkiye ji ber feraseta AKP'ê ya ku berdewama Împaratoriya Osmanî ye winda dike û xwest muxalefet li hemberî vê yekê bibin yek.
Parlamentera CHP'ê ya Berê Melda Onur, têkildarî niqaşên nû yên Makeqanûna Bingehîn, plana li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkayên îktîdarê yên derve û zextên li ser HDPê nirxandin kir. Melda Onur, anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê li gorî kesekî tên diyarkirin û wiha got: "Dema îktidar ewil hat ser kar bêtir bi xeta reformê tev digeriya. Lê niha ji ber ji vê xetê dûr ketiye belav dibe. Êdî belavbûna wê teqez e. AKP û Cemaeta Fethullah Gulen rêya xwe ji hev qetandin. Lê tiştek nehat guhertin. Dîsa heman xebat ceametê berdewam dike. Dema em li polîtîkayên AKP'ê dinerin, em perçebûna wê dibînin. Perçebûna mezin di nava sazûmankarê wê de pêk hat. Ekîba sazuman kar bi 3Y (li dijî Nelirêtî, xizanî û qedexen) ketin rê. Yên ji AKP'ê qetiyan bawer dikin partiya wan ji vê xetê dûr ketiye. Davutoglu û ekîba xwe qut bûn. Di demên pêş de wê qutbûna di nava partiyê de bêtir pêş bikeve."
Onur, destnîşan kir ku Ahmet Davutoglu û Ali Babacan piştî ku AKP belav bike nikarin li şûna AKP'ê partiyek Îslama Nerm alternatif ava bikin û wiha lê zêde kir: “Davutoglu dixwest di nava AKP'ê de Serokê Giştî yê partiyê û Serokwezîr be. Lê wisa nebû. Di navbera Erdogan û Davutoglu de pêşbirgê dest pê kir. Davutoglu piştre îstîfa kir û qut bû. Ali Babacan dikare ji derve destekê bistîne. Babacan bêtir muhafazakarekî lîberal e. Babacan dixwaze wekî partiyek hevseng ava bike."
'POLÎTÎKAYÊN SÛRIYEYÊ REZÎL IN'
Onur, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li dijî Sûriyeyê jî û wiha berdewam kir: "Polîtîkayên îktîdarê yên der barê Sûriyeyê de rezîl in. Îktidar bi polîtikayên Suriyeyê dixwaze xwe weki dewama Osmanî bide xuyakirin. Mixabin ji ber van polîtîkayan îro gelek mirov li Sûriyeyê hatin kuştin. Em di navber DYA û Rûsya de dipelciqin. Tarza Rojhilata Navîn ku îktîdar dixwaze wê bi xwe re felaketê bine."
Melda Onur bal kişand ser pêdiviya Îtîfaqa Demokrasiyê jî û wiha bi dawî kir: "Ev îktîdar bi medya, daraz û burokrasiya xwe asê maye. Perçe bûye. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên muhalîf bêtir îtîfaqa xwe xut bikin. Ji ber ku îktîdar her diçe dengê xwe winda dike. Hêza xwe winda dike. Piştî îktîdar winda dike gelek kes derbasî qada partiyên muxalif dibin. Îktîdarê qeyûm tayînî Wan, Amed û Mêrdînê kir. Ger ku ji destê wê bê wê qeyûm tayînî Stenbolê jî bike.
Onur, herî dawî bal kişand ser çalakiya malbatên li pêş avahiya HDP'ê jî û wiha bi dawî kir: "Ew mabat bi rastî jî bê çare ne. Seroka ÎYÎ Partî dibêje cihê çalakiyan ne li pêş HDP’ê ye. Bi rastî jî îstîsmarek heye.
MA / Erdogan Alayumat