ENQERE - Çalakgerên Kolana Yukselê bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" çalakiya xwe di roja 387'an de berdewam kirin. Polîsan dîsa êrîş kir û 3 çalakger binçav kirin
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 267'an de berdewam dike. Çalakiya çalakgerên Kolana Yukselê ya bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin jî di roja 387'an de berdewam kir. Polîsan disa mudaxaleyî çalakgeran kir û 3 çalakger binçav kirin. Polîsan di mudaxaleyê de çalakger Îlker Işık, Nazan Bozkurt û Simge Aksam binçav kirin.