MÊRDÎN – Qeyûm, Sadûllah Tûrgût kiribû midûrê MARSÛ'yê. Biraziyê Sadûllah Tûrgût B.T., bi dîmenan endama AKP'ê M.S. şantaj kir û ew îstismar kir. AKP û rêveberiya qeyûm ser bûyerê girt. Piştî baskên jinan a AKP'ê bûyer piştrast kir, endamtiya M.S. ya partiyê hat betalkirin.
AKP'a Mêrdînê, ev demek e ji ber bûyereke şantaj û zayendî ya li hemberî endameke AKP'ê tevlihev bûye. Li gorî agahiyên bi dest ketin, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mûstafa Yaman, çend sal berê Sadûllah Tûrgût kiribû midûrê Îdareya Av û Qenalîzasyona ya Mêrdînê (MARSÛ). Derket holê ku biraziyê Sadûllah Tûrgût B.T. ku di şaredariyê de dixebite bi endama Baskên Jina ya AKP'ê M.S.'yê ku ew jî di şaredariyê de dixebite bû heval. Piştî demekê B.T., hin kêliyên dema bi M.S.'yê re bûn bi telefona xwe qeyd kirine û paşê bi dîmenên girtine M.S.'yç şantaj kiriye. Dû re B.T., gef li M.S.'ya ku bi kesekî din re zewicî xwarin û ew îstismar kir.
SER BÛYERÊ GIRTIN
Piştî B.T. li ser hev du gef li M.S.'yç xwarin û vîdeoyên ku wekî şantajê bi kar dianî bi hin kesên din re parve kirin, bûyer aşkere bû. Li ser vê AKP'a Mêrdînê di nav xwe de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de nehiştin bûyer biçe ber destê dozgeriyê û teşkîlata partiyê di nav xwe de ser bûyerê girt. Paşê, endamtiya M.S.'yç hat betalkirin. Her wiha rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di dest qeyûm de jî B.T. ji kar avçt. Lê belê qeyûm nehişt bûyer biçe ber destê darazê.
BÛYER PIŞTRAST KIRIN
Piştî van qewimînan tiştekî balkêş qewimî. Seroka Baskên Jina ya AKP'ê Hulya Hekîmoglû, ji peywira xwe îstifa kir. Tê gotin Hekîmoglû ji ber vê bûyerê îstifa kiriye. Lê belê Hekîmoglû ku têkildarî bûyerê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, parast ku wê ji ber tiştekî din îstifa kiriye.
Hekîmoglû di heman demê de endama Meclîa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye û diyar kir ku wê endamtiya wê ya meclîsê bidome û got, îstifaya wê têkildarî mijara kongreyê ye. Hekîmoglû, bilêv kir ku di navbera wê û partiya wê de tu pirsgirêk tune ne.
Hekîmoglû, anî ziman ku tu eleqeya îstifakirina wê û bûyera êrîşa zayendî bi hev re tune ye.