* Qeyûm, Sadûllah Tûrgût kiribû midûrê MARSÛ'yê. Biraziyê Sadûllah Tûrgût B.T., bi dîmenan endama AKP'ê M.S. şantaj kir û ew îstismar kir. AKP û rêveberiya qeyûm ser bûyerê girt. Piştî baskên jina ya AKP'ê bûyer piştrast kir, endamtiya M.S. ya partiyê hat betalkirin.
* Endama Meclîsa Ciwana ya HDP'ê Betul Unsal ji bo kursên zimanê kurdî yên li Enqereyê bang li her kesî kir û got, divê her kes li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê bitêkoşe.
* Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu ku di Komkujiya Roboskiyê de birayek wî û gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, bal kişand ser doza di sala 2015'an de derbarê roboskiyan de hat vekirin û got: "Kîn û hêrseke wan î cuda a ji bo Roboskiyê heye. Peyama 'bêdeng bin' didin me, lê em ê bêdeng nebin."
* Bi Pakêta Darazê ya nû ku berpêşî meclîsê hat kirin, ji bo îadekirina pasaportên kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin divê pêşî Wezareta Karên Navxweyî destûrê bide. Kesên bi KHK'yan hatin îxrackirin ji bo vê pêkanînê gotin: "Ji bo binpêkirina mafan ji nedîtî ve bê dîtin, a tê kirin lîstikeke biçûk e."
* Şanoya Bajar a Amedê bi lîstikek nû derket ser dikê û deriyên perdeya xwe ji temaşevanan re vekir. Temaşa pêşîn a lîstika "Xewna Şeveke Havînê" a William Shakespear wergerî kurdî kirine, hat kirin.
* Bav Ahmet Ertûnç ku 5 zarokên wî girtî ne, got: "Her yek ji wan li cihekî ye. Îjar ez ê biçin serdana kê û neçim ya kê."
* Parlamentera CHP'ê ya berê Melda Onur, diyar kir ku Tirkiye ji ber feraseta AKP'ê ya ku berdewama Împaratoriya Osmanî ye winda dike û xwest muxalefet li hemberî vê yekê bibin yek.
* Li Tirkiyeyê zem li ser zemê tê kirin. Welatiyên di vê krîza aborî de bi zor û heft bela debara xwe dikin, ji ber van zeman pişta wan şikiya. Welatiyan, got: "Li vî welatî debar veguheriye hunerek performansê. Dev ji debarê berdin, em xwe bi erdê ve kaş dikin."
* Ji akademîsyenên ji ber îmze danîn bin danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" û hatin îxrackirin yek jê jî Doç. Dr. Hakan Koçak bû ku ji Zanîngeha Kocaeliyê hatibû îxrackirin. Koçak ku beraat kir got: "Taliya talî di wê metnê de heqîqetek heye. A asas jî heqîqet e."
* Derhênerê sînemayê Gurşat Ozdamar ku bi salan e ji bo zarokan atolyeyên sînemayê li dar dixe, ji bo atolyeyên xwe got: "Sînema ew tişte e ku azadî û azadîkirinê di xwe de dihewîne. Ez dixwazim tevî zarokan azad bibim."
* 150 karkerên ji Şaredariya Uskudarê ya AKP'î ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin ser karê xwe bi rojan e têdikoşin. Karkeran, destnîşan kir ku di dema hilbijartinan de bi şev û biroj ji bo AKP'ê xebitîne û gotin: "Kesên me ew hilbijartin em ji kar avêtin."
* Rêxistina HDP'ê wê li dijî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê çalakiyên Nobeta Demokrasiyê berdewam bike. (13.00) Çalakî wê li Stenbol û Îzmirê jî di saetên êvarî de berdewam bike.
* Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin (11.00)
* Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê li Amed û Êlihê li şaxên ÎHD'ê çalakiyên xwe berdewam bikin. (11.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. 13.00)
* Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
* Xizmên windayan û parazvanên mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û windayan wê li Kolana Konakê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12,00)