MÊRDÎN - Li Nisêbînê jin bi dirûşmeya “Em destkeftiyên xwe diparêzin” di taştiya ku ji aliyê TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ve hat organîzekirin lihev kom bûn. Hevşaredara Nisêbînê Semire Nergiz berî taştê axivî û got: "Li kuçe, park û darazê li dijî jinan her tim zextên mezin hene. Lê li dijî van zextan têkoşîna jinan jî her tim didome.”
Li Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, jin bi dirûşmeya “Em destkeftiyên xwe diparêzin” di taştiya ku ji aliyê TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ve hat organîzekirin de lihev kom bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Pero Dundar û Ebru Gunay, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Figen Altindag, Hevşaredara Nisêbînê Semire Nergiz û gelek jin tevlî hevdîtina li ser taştê bûn. Bi salona hevdîtinê ve pankartên “Cinayetên jinan polîtik in”,"Ew ê têkoşîna me jinan bidome” û ”Em daxistina tahrikê ya neheq qebûl nakin” hatin aliqandin.
Hevşaredara Nisêbînê Semire Nergiz di taştê de axivî û wiha got: "Li kuçe, park û darazê li dijî jinan her tim zextên mezin hene. Lê li dijî van zextan têkoşîna jinan jî her tim didome. Ji bo ku em têkoşîna xwe ya jinê xurt bikin em li vir in. Em ê li dijî hemû neheqiyan heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."
‘WÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE'
Piştre Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî. Pero, diyar kir ku ji bo azadî û rêxistinbûyina xwe rabin ser piyan û wiha got: "Em zextên li dijî jinan û polîtikayên li dijî jinan qebûl nakin. Hevserokên me di encama dengan de hatin hilbijartin. Ew îradeya vî gelî ne. Ji bo hevserokatiyê jinan têkoşînek mezin dan. Dibêjin hemû biryaran tenê mêrekê bide. Lê em vê yekê qebûl nakin. Ew ê têkoşîna me ya li dijî neheqiyan bidome.”
Hevdîtina jinan piştî axaftinan bi sohbetan bi dawî bû.