ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, têkildarî pakêta darazê diyar kir ku teqez pedivî bi makeqanûna nû ya li ser esasê cudakariya hêzan, serdestiya hiqûqe tê avakirin û xwe dispêre mafên mirovan ên gerdûnî heye. Turkdogan, da zanin ku teqez makeqanûna ku mafê kêmaran û hemû nasnameyên cuda diparêze û mîsoger dike mecbûrî ye.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora pêşniyar û nerînan a der barê Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ya Wezareta Dadê de amade kiribû, li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi civîna çapemeniyê parve kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da. Turkdogan, anî ziman ku li Tirkiye daraza ku li gorî serdestiya hiqûqê tune ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê li pêş darizandina bi edalet astengiyên mezin hene. Îktîdara siyasî di 30'ê Gulana 2019'an de bi Belgeya Stratejiya Reforma Darazê qebûl kir ku li Tirkiye di qada darazê de pirsgirêk hene. Ev pêşketinek girîng e.
‘450 HEZAR MIROV DI KONTROLA TEDBÎRÊN EDLÎ DE NE
Turkdogan, destnîşan kir ku li gorî daneyên fermî hêj li girtîgehên Tirkiyeyê di navbera 285- 300 hezar mirovan de girtî ne û wiha got: "Ev hêjmar pir di ser hêjmara kapasîteyên girtîhen re ye. Dîsa kesên piştî hatin berdan û hêj înfaza wan neqediya ye, 250 / 300 hezar kesên bi kontrola edlî hatine berdan hene. 450 hezar kesên der barê wan de lêpirsîn heye û di bin kontrola edlî de tên girtin hene. Li Tirkiyeyê ev krîza edalet û darazê tenê bi guhertinek bi kok pêkan e.
Turkdogan, destnîşan kir ku ji bo guhertinek bi kok bê kirin divê berê aliyê mafên mirovan esas bê girtin û wiha axivî: “Weki tê zanîn Tirkiye welatê ku bi tevlêbûna Yekîtiya Ewropa (YE) muzakereyan dimeşîne. Ji rapora pêşketinê ya YE'ê î tê zanîn ev muzakere bi awayekî fîîlî hatine rawestandin. Lê em dibînin ku her tişt li ser polîtîkayên ewlehiyê pêş ketiye. Divê dîsa Tirkiye grêdana xwe ya Krîterên Siyasî ya Kopenhagê esas bigire. Di nava welatên ku Konseya Ewropa ew ji nûve xistine bin venêrtina siyasî tenê Tirkiye heye."
Turkdogan, da zanin ku di serdema OHALê de bi KHK'yan azadiya mirovan hat sînorkirin û xwest ev mexdûriyeten bi KHK'ê pêk hatine teqez paşve bê dayîn û wiha got: "Teqez pedivî bi makeqanûna nû ya li ser esasê cudakariya hêzan, serdestiya hiqûqe tê avakirin û xwe dispêre mafên mirovan ên gerdûnî heye. Teqez makeqanûna ku mafê kêmaran û hemû nasnameyên cuda diparêze û mîsoger dike mecbûrî ye. Dema em rewşa siyasîya Tirkiye li ber çavan digirin xuya dibe ku çareseriya pirsgirêka Kurd gelek girin e. Ji bo rêya demokratîkbuna Tirkiyeyê vebe, pirsgirêka mafên mirovan dakeve asta herî kêm, pêdivî bi rawestandina şer heye. Pêdivî bi çareseriya diyalogan heye. "
DAXWAZÊN îHD’Ê
Turkdogan, daxwazên ÎHD'ê jî rêz kir û wiha got:
“* Divê pênaseya terorê ya di TCK’ê de li gorî peymana navneteweyî ku Tirkiye îmze avêtiyê, bê rastkirin. Divê li gorî biryara hêjmara 1566'an a Konseya Ewlehiyê ya NY'ê bê rastkirin. Ji ber vê yekê divê TMK ji kok ve bê rakirin.
* Divê xalên 220 û 314 ên TCK'ê, li gorî nerîna Konseya Venedikê û biryara DMME'ê ji nûve bê rastkirin. Divê navbera kesên tundiyê dikin û tundiyê nakin de cudahî bê kirin. Yên serî li tundiyê nadin divê neyên cezakirin.
* Divê astengiyên li pêş azadiya raman û îfadeyê, tevlêbûna siyasetê, tevlêbûna civîn û xwepêşandanan teqez bê rakirin.
* Divê dadgeh û dozgeriyên bi rayeya taybet teqez bên girtin. Divê Hekîmtiyên Ceza yên Sulhê li gorî rapora Konîsyona Venedikê ji nûve bên rastkirin.
* Divê hukmê ku dibe sedema girtina hêsanî ya sûcên katalog ên xala 100/3 a CMK'ê bê rakirin. Divê astengiyên li pêş komkirina delîlan û darizandina adîl bên rakirin. Guhertinên CMK'ê bên rakirin Divê guhertinên bi OHAL u KHK’yan hatgin kirin hemû ji nûve bên guhertin û rastkirin.
* Divê cûdakariya qankûna înfazê bê rakirin. Divê dema înfazê ya hemû girtiyan wek hev be.
* Divê astengiyên li pêş serbestiya bi kontrol bê rakirin.
* Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Divê astengiyên li pêş girtiyên nexweş bên rakirin.
*Divê dawî li cezayê muebeta giran a heta heta bînin. Divê li gorî biryarên DMME'ê tev bigerin.
* Divê qanûna hêjmar 7145 û OHAL KHK’an teqez bê rakirin. Hükümete bağlılık yerine sosyal hukuk devletine bağlılık konusunda yargı uygulamaları AİHM içtihadına uyumlu hale getirilmelidir.
* Heta guhertinên mayinde bên sazkirin divê sûcên bi rêya medya û çapemeniyê hatine kirin bên taloqkirin.