EDENE - Rêxistina HDP’ê ya Edenê, li dijî barbeya qeyûman dest bi kampanya îmzeyan a bi navê “Ji Bo Hemû Kesan Edalet, Ji Bo Hemû Kesan Aştî, Ji Bo Hemû Kesan Azadî” kir û banga piştevaniyê li hemû beşên civakê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê, li dijî darveya qeyûman dest bi kampanyeya îmzeyan bi navê “Ji Bo Hemû Kesan Edalet, Ji Bo Hemû Kesan Aştî, Ji Bo Hemû Kesan Azadî” kir û bang piştevaniyê kir. Ji bo deklekirina kampanyayê civîn li avahiya partiyê hat lidarxistin û gelek kes beşdarî civînê bûn. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Mehmet Mahsûn Erîg daxuyanî da çapemeniyê.
‘LI DIJÎ DARBEYÊ EMÊ TÊBIKOŞIN’
Erig, di daxuyaniya da de wiha got: “Piştî hilbijartina 31’ê Adarê, bloka AKP û MHP’ê serî li polîtîkayên zext û xespê yên li dijî şaredariyên me dan û carek din rejîma qeyûm kirin dewrê. Li dijî darbeya qeyûm emê têkoşîna xwe dewam bikin. Heya ku em şaredariyên xwe ji qeyûman bigirin emê têkoşîna xwe dewam bikin. Em li dijî qeyûman xebatên xwe yên rêxistinkirî bi rêve bibin. Em weke Rêxistina Bajarê Edenê ji îro pê de starta kampanyeya îmzeyan a “Ji Bo Hemû Kesan Edalet, Ji Bo Hemû Kesan Aştî, Ji Bo Hemû Kesan Azadî” didin. Emê ji vir û şûnde li hemû cih û deveran kampanyeya xwe ya îmzeyan bi rêve bibin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk û gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.”