RIHA - Li Wêranşerê, 8 hunermendên di dawetan bi kurdî stranan dibêjin, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin .
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, cendirmeyan di serdegirtina malan de, endamên Koma Dewran ên bi kurdî stranan dibêjin Ahmet Sar, Menduh Sar, Aslan Akmiş û Unal Aynelî û ji komek din jî 4 hunermendên navên wan nehatin zanîn, binçav kirin.
8 hunermendên bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin, dest pê kê birin Qereqola Leşkerî ya Navçeyê û ji wir jî birin Qereqola Leşkerî ya Rihayê.