AMED - Walîtiya Amedê ku beriya niha bi hinceta 'sûcê Destûra Bingehîn' destûr neda li ber AKP'ê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin, niha jî bi hinceta 'qedexeya çalakiyan' destûr neda ku çalakî bê lidarxistin.
Çalakiya hin malbatên ku angaşt dikin zarokên wan bi darê zorê derxistine ser çiya ya li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê mehek li pey xwe hişt. Walîtiya Amedê, cara duyemîn ji bo 3 kesên ku dixwazin li ber Avahiya AKP'ê ya Amedê çalakî li dar bixin qedexe danî. Walîtiya Amedê ku beriya niha bi hinceta 'sûcê Destûra Bingehîn' destûr nedabû ku çalakî bê lidarxistin, vê carê jî bi hinceta 'qedexeya çalakiyan' destûr neda ku çalakî bê lidarxistin.
DIXWAZIN BIKEVIN KAR
Yasîn K. ku kekê wî Ahmet K. di 26'ê Tebaxa 2016'an de li herêma Oremarê ya Colemêrgê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest daye, ji ber ku wî nagirin karê cemaweriyê û Îsmaîl D. û Firat E. jî ji ber ku di 5'ê Mijdara 2017'an de di dema qeyûmê beriya niha yê Amedê Cûmalî Atîlla de wan girtine Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û piştî 4 rojan di 9'ê Mijdara 2017'an de careke din ji kar derxistin, dixwazin li ber Avahiya AKP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Lê serlêdana wan a duyemîn a ji bo vê yekê ji aliyê Walitiya Amedê ve bi hinceta 'qedeyê' hat radkirin.
WALÎTIYÊ DEV JI 'SÛCÊ DESTÛRA BINGEHÎN' BERDA
Her sê kesan di 3'ê Cotmehê de serî li Walîtiya Amedê dane û ji Walîtiyê daxwaz kirine ku destûr bide wan li ber Avahiya AKP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Walîtiyê bi hinceta qedexeya çalakiyan a ku li hemû navçe û navenda Amedê ragihandiye, destûr neda ku çalakî li dar bixin. Walîtiyê, di vê bersiva xwe de cih nedaye 'sûcê Destûra Bingehîn' ku di bersiva xwe ya serlêdana heman kes a yekemîn de cih dabûyê. Walîtiyê di bersiva xwe de destnîşan kiriye ku destûr nade ku çalakiyeke bi rengî bê lidarxistin û heke bê lidarxistin jî dê mudaxaleyî çalakiyê bê kirin û derbarê her sê kesan de lêpirsîna îdarî û edlî bide destpêkirin.
MA / Aydın Atay