AMED - Alî Karasû yê 77 sal emr li du xwe hiştin û ligel ku astengdare jî ev 47 rojin li dijî qeyûman bê navber di Nobeta Demokrasiyê cih digire. Karasû, diyar kir ku ev çalakî doza şerefê ye û got, ew pêbawere ku ev têkoşîn bigihêje serkeftinê.
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vê hat destpêkirin di roja 47’an de dewam dike. Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê di 19’ê Tebaxê de li Kolana Lîsê dest pê kir û ji wê rojê û vir ve ji zarokên 7 salî bibin heya kal û pîrên 77 salî tevlî çalakiyên dibin. Alî Karasû yê 77 salî ku her roj li Kolana Lîsê tevlî çalakiyê dibe, yek ji çalakgerên herî balkêş ê mirovan digire ser xwe ye. Kalê Karasû 77 sal emr li du xwe hiştine û di heman demê astengdare. Karasû dinava 77 sal emrê xwe yê li du xwe hişt de, tim rastî êrîş û zilma dewletê hatiye.
27 SALÊN WÎ DI KOÇBERİYÊ DE DERBAS BÛYE
Kalê Karasû, diyar kir ku wî şahidiya hemû darbeyên li welat pêk hatin kirine û wiha axivî: “Ez tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP’ê weke ‘darbeyê’ dinirxînim. Dewletê piştî hemû darbeyên li welat pêk hatin, tim êrîşî kurdan kiriye. 77 salên min dibin zext û zilma dewletê de derbas bûn. Di sala 1991’an de mala min a li Farqînê bi sewalên min re şewitandin. Ji ber vê yekê bi hevjîn û 19 zarokên xwe neçar mam ku cih û warê xwe terk bikim û bikevim ser rêya koçberiyê. 27 salên min li ser rêyên koçberiyê derbas bûn. Ez neçar mam ku li bajerên cuda yên Tirkiyeyê dinava penabertiyê de bijîm.”
‘DOZA ŞEREFÊ YE’
Karasû, da zanîn ku ji roja ku ew bîrewer bûye û vir ve tim zilm li wan hatiye kirin û wiha bilêv kir: “Li dijî vê zilm û zexta dewletê, lêgerîna me ya edalet û hiqûqê tim dewam kiriye.” Karasû tevlîbûna xwe ya Nobeta Demokrasiyê weke “Doza şerefê” bi nav dike û tayînkirina qeyûman jî, weke “Darbeyê” dinirxîne.
Karasû, dest nîşan kir ku ew li dijî zilmê mafê xwe diparêzin û wiha pê de çû: “Ji bo ku li dijî zilma 77 salan derkevim hatim vê derê û ji bo şerefa Kurdistanê li qadam e.”
‘WÊ QEYÛM NE BI XÊRA XWE HERIN’
Apê Alî Karasû, bal kişand ser girîngiya Nobeta Demokrasiyê ya her roj li dijî xespkirina vîna wan tê lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku em mafê xwe paşve bigirin emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji ber ku qeyûm zordestiye û dagirkeriya vînê ye. Wê qeyûm ne bi xêra xwe herin. Ev dewama zilma 77 salane. Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe, ez her roj têm beşdarî çalakiyê dibim. Ez pêbawerim ku ev têkoşîn wê bigihêje serkeftinê. Xwedê şahid e; em mafdarin û em ê qezenc bikin.”
MA / Ozgur Paksoy - Adem Baran