ÎZMÎR - Sekretera Giştî ya ÇHD'ê Parêzer Tûba Nergîs Aslan, bilêv kir ku pakêta reforma darazê ji dubareyan pêk tê û got: "Eger hûn bipirsin û bêjin; 'Ji bo derdora çepgir, derdora muxalif di xwe de çi dihewîne? Wê bibe cihê azadiyeke çawa?' Ez ê bêjim, tu tişt jî tuneye."
Xal û naveroka pakêta darazê ku AKP'ê ew kir roje tê nîqaşkirin. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ku bi KHK'ê hat girtin Parêzer Tûba Nergîs Aslan, pakêta reforma darazê nirxand.
'BI KHK'YAN HIQÛQA HUNDIRÎN HAT TUNEKIRIN'
Aslan, diyar kir ku pakêta darazê tu tiştî di xwe de nahewîne û got, naveroka pakêtê ji dubareyan pêk tê. Aslan, anî ziman ku ji be rbêhiqûqiyên li Tirkiyeyê pêdivî bi pakteke darazê heye, lê belê ji bo edaleteke rasteqîn tu tişt nehatine kirin. Aslan, bi bîr xist ku piştî heldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi KHK'yan hiqûqa hundurîn hatiye tunekirin û got: "Gava em pakêta darazê ya hatiye berpêşkirin raçav dikin, dibînin ku di 38 xalan de hin tişt hatine sererastkirin. Lê belê, ger hûn bipirsin û bêjin; 'Ji bo derdora çepgir, derdora muxalif di xwe de çi dihewîne? Wê bibe cihê azadiyeke çawa?' Ez ê bêjim, tu tişt jî tuneye."
‘DI WARÊ AZADIYA FIKR Û RAMANÊ DE TU GUHERÎN ÇÊ NEBÛNE'
Aslan, anî ziman ku di pakêtea darazê ya berê de xala 7'an a Qanûna Têkoşîna Li Hemberî Terorê hatibû guherandin û got: "Berê 'propagandaya rêxistinê' sûc bû. Ev qanûna hat guherandin û diviya êdî 'propagandaya rêxistinê' ne sûc be. Di qanûna me de pesinandina çalakiyên rêxistinê û teşwîqa ji bo wan hebûn. Lê belê niha li welat bi hezaran mirov ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî tên darizandin û ceza li wan tê birîn. Yanî di vîw arî de tu tişt neguheriye." Her wiha Aslan, destnîşan kir ku di warê azadiya fikr û ramanê de jî tu guherîneke berbiçav tune ye.
'RÊ LI BER ŞÎRKETÊN HIQÛQÊ YÊN TEKELBÛYÎ TÊ VEKIRIN'
Aslan, destnîşan kir ku bi vê sererastkirinê tê xwestin şertê azmûna "Destpêka Pîşeya Hiqûqê" bidin ber kesên ji fakulteyên hoqûqê mezûn dibin û got, bi vî awayî tê xwestin kesên ji fakulteyên hiqûqê mezûn dibin di karên wekî aktibiyê de bên xebitandin. Aslan, destnîşan kir ku bi vî awayî tê xwestin rê li ber şîrketên hiqûqê yên tekelbûyî bê vekirin.
MA / Esra Solin Dal