AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, destnîşan kir ku divê Meclîs li dijî qeyûman serî li sererastkirineke qanûnî bide û got, dermanê tirs û şika hatiye afirandin berxwedan e.
Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli kir. Piştî 19'ê Tebaxê li Kolana Lîseyê li dijî qeyûman Nobeta Demokrasiyê deest pê kir. Nobeta Demokrasiyê di roja 47'an de didomeç Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, diyar kir ku ew di serdemeke ku nirxên demokrasî û hiqûqê tên binpêkirin de ne û got, kesên biryara tayînkirina qeyûman girtin li pey mayîndekirina rêbazên dijî demokrasiyê ne.
'DIVÊ MECLÎS SERERASTKIRINEKE QANÛNÎ BIKE'
Mizrakli, destnîşan kir ku divê pirsgirêka qeyûman bikeve rojeva Meclîsê û ji bo vê sererastkirineke qanûnî bê kirin û got: "Divê partiyên muxalefetê hewl bidin ku îktîdar gavine wiha bavêje. Eger behsa dewleteke demokratîk û hiqûqê tê kirin, nexwe divê ev pêkanînên antîdemokratîk bêhiqûqî ji nav pergala qanûnî bên derxistin. Ez dibêjim wê ev yek tenê ji hêa HDP'ê wê bi beşdarbûna tevahiya partiyên muxaif pêk bê. Heta zemîneke wiha hebe, wê li ser serê we şûrê Demokles biçe û bê."
'ROJ ROJA ALÎGIRTINÊ YE'
Mizrakli, bal kişand ser girîngiya têkoşîna ku 47 roj in şi dijî qeyûman didome û got: "Ev ji bo pêşerojê tenê ne ji bo qeyûman, ji bo jiholêrakirina hemû pêkanînên bêhiqûqî rewşeke alîgirtinê ye. Roj roja alîgirtinê ye."
'DERMANÊ TIRSÊ BERXWEDAN E'
Mizrakli, got: "Gava em li ber xwe bidin em ê bi ser bikevin. Heta em li ber xwe nedin, heta muxalefta bi awayekî xurt xwe bi rêxistin neke em ê nikaribin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Pergala niha dixwaze tirsê, şik û gumanan li civakê peyda bike. Lê belê dermanê sereke yê vê yekê berxwedan e. Jiholêrakirina tirs û gumana ye. Ev gel ji derheqê gelek zor û zehmetiyan derketiye. Wê ji derheqê vê faşîzmê jî derkeve."
MA / Fethi Balaman