* Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, têkildarî amadekariyên konferansa 3'emîn, diyar kir ku hevdîtinên wan gelek erênî pêk hatin. Abdullah, destnîşan kir ku Konferansa Jinên Kurd wê bibe bingeh û amadekariya Konferansa Neteweya Kurd û Kurdistanê jî. Abdullah, konferansa CHP'ê ya Neteweya Sûriyeyê jî nirxand û got: "Dema pirsgirêkek tê niqaşkirin divê xwediyê wê pirsgirêkê jî li wir amade be. Yên ji bo çareseriyê têdikoşin ne amade ne. Ji ber vê yekê ev tim seqet û bê encam dimîne."
* Bajarê bendergeha dîrokî ya yekemîn a erdnîgariya Mezopotamyayê di bin Bendava Ilisûyê de hat hiştin.
* Hevşaredarê Şaredariya Hawêlê Remzî Sarsilmaz, diyar kir ku gava wan şaredarî dewr girt 10 milyon deynê şaredariyê û gelek dosyeyên wê yên heczê hebûne. Sarsilmaz, da zanîn ku wan qada herî mezin a navçeyê çê kiriye, atolyeya dimsê vekirine û wesayîtên wan ji bon xwendekaran belaş in.
* Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, destnîşan kir ku divê Meclîs li dijî qeyûman serî li sererastkirineke qanûnî bide û got, dermanê tirs û şika hatiye afirandin berxwedan e.
* Sekretera Giştî ya ÇHD'ê Parêzer Tûba Nergîs Aslan, bilêv kir ku pakêta reforma darazê ji dubareyan pêk tê û got: "Eger hûn bipirsin û bêjin; 'Ji bo derdora çepgir, derdora muxalif di xwe de çi dihewîne? Wê bibe cihê azadiyeke çawa?' Ez ê bêjim, tu tişt jî tuneye."
* Şaredariya Pirsûsê, ji bo hinarên Pirsûsê bên naskirin û zêde bên hilberandin, wê "Mihrîcana Hinaran" li dar bixe. Hevşaredar Hatîce Çevîk, bilêv kir ku ji bo belgeya tescîlê ya erdnîgarî ya hinaran wergbigirin tev digerin.
* Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman dê li Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 47'emîn de dewam bike. (11.00-13.00)
* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê dê ji bo girtiyê ku kurd e û îşkence lê tê kirin û devê xwe girê daye Mehmet Balaban ê li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin li ber PTT'ya Siraselvîlerê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.30)
* Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û darizandin dê di hefteya 196'emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya heftane pêk bîne. (13.30)
* Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan dê têkildarî pakêta darazê nêrîn û pêşniyarên xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (10.30)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)