KOCAELÎ - Dozger, di doza xwendekara Lîsê Ecem Balci ya li Kocalî hat kuştin de, cezayê girtîgeha muebeta giran ji bo bersûc xwest.
Danişîna Doza darizandina yek jî girtî 6 kesan a têkildarî xwendekara Lîseyê Ecem Balci ya 17 salî ya di 18’ê Sibata 2018’an li navçeya Golcuk a Kocaelî hat kuştin û cenazeyê wê bi awayekê definkirî hat dîtin de vebibû, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaelî hat dîtin.
Bersûc Suleyman Kara yê girtî û 5 kesên ne girtî beşdarî danişînê bûn. Bavê Balci û parêzera malbatê Aslihan Şen di danişînê de amade bûn.
Piştî tespîtên nasnameyan danişînê dest pê kir. Dest pê kê rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya darbarê kuştina Balci şandibû de hat xwendin. Dûre parêzera malbata Balci Aslihan Şen parastin kir û wiha got: “Rapora ATK’ê vegotinên bersûc piştrast dike. Ji xwe bersûc Kara jî berê heman îfade dabûn.
JI DESTEYA BILIND DAXWAZA RAPORÊ KIR
Parêzerê bersûc Mûstafa Yildirim jî, parastin kir û rapora otopsiyê red kir. Yildirim, diyar kir ku ne pêkane ku bi raporek wiha, sedama mirinê bê tespît kirin û ji desteya bilind daxwaza raporê kir.
Parêzerên bersûcan, ji bo ku derbarê daxwaza dozger de parastina xwe amade bikin, dem xwestin. Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîn taloq kir.
‘EZ CEZAYÊ MUEBETA GIRAN DIXWAZIN’
Bavê Balci Gokhan Balci, piştî danişînê li ber edliyê daxuyanî da û wiha got: “Ez cezayê muebeta giran ji qatilê keça xwe re dixwazim. Wê ji bo yên din jî ceza bê dayîn. Ez hêvî dikim ku ev doz bibe mînak. Min keça xwe winda kir, ez hêvî dikim ku tu Ecemên din neyin kuştin.”
Dûre parêzera malbatê Aslihan Şen, axivî û wiha got: “Ji bo bersûc Kara bi sûcdariya ‘kuştina zarok’ cezayê muebeta agiran hat xwestin. Ji xwe divê ev ceza ji bo bersûc bê dayîn.”