TEKÎRDAG – Dayika girtî Çekdar Yurek ê ku cezayê wî xilas bû nayê berdan Antîlet Yurek ji 19’ê îlonê ve li ber Edliyeya Tekîrdagê çalakiya rûniştinê li dar dixe.
Girtî Çekdar Yurek ê Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Tekîrdagê tê ragirtin li gel cezayê wî xilas bûye jî nayê berdan. Divê di 22’ê nîsanê de Yurek bihata berdan. Lê bi hênceta "cezayê dîsîplînê" lê hatiye birîn nayê berdan. Dayika Yurek, Antîlmet Yurek ji bo kurê wê were berdan ji 19’ê îlonê ve li ber Edliya Tekîrdagê çalakiya rûniştinê li dar dixe.
‘EZ JI BO KURÊ XWE LI VIR IM’
Yurek da zanîn ku ew di 18’ê îlonê de çûye hevdîtina kurê xwe ya vekirî û pişt re biryara li dar xistina çalakiyê daye û got: “Ez ji Êlihê hatime vir. Ez li cem xizmek xwe dimînim. Her roj têm ber edliyê çalakiya rûniştinê li dar dixim. Tevî ku cezayê lawê min xilas bûye jî çima wî bernadin. Heta lawê min berdin ez ê li vir çalakiya rûniştinê dewam bikim. Ez ji bo kurê xwe li vir im.”