RIHA – Li Siwêregê welatî Cengîz Sariçîçek ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.
Li gundê Gola Eyşo ya girêdayî navçeya Siwêregê ya Rihayê cendirmeyan bi ser malekê de girt û piştî lêgerîna li malê welatî Cengîz Sariçîçek bi hênceta parvekirinên medya civakî binçav kirin. Birayên Sariçîçek, Mahmut û Cîhan Sariçîçek li dijî binçavkirinê derketin. Cendirmeyan li her du birayan dan û hat zanîn ku laşê wan reş û şîn bûye.
Sariçîçek ê hat binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.