NAVENDA NÛÇEYAN - Pitika 5 mehî Zeryan Bulut a ji wargeha Mexmûrê, ji ber ku hêzên asayîşê gihandina wê ya nexweşxaneyê dereng hişt û bijîşkan dereng derman kir, li Nexweşxaneya Raperînê jiyana xwe ji dest da.
Dorpêç û qedexeya li ser Mexmûrê didome. Piştî endamê MÎT’ê Osman Kose, di 17’ê tîrmehê de li Restoranta Hoqqabaz a li Hewlêrê hate kuştin, li Mexmûrê qedexeya ketin û derketina bajarokê dest pê kir. Ji wê rojevê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xistiye dorpêçê. Ji ber dorpêçê nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên li bajarên din ên Başûr û karker jî nikarin ji wargehê derkevin. Ji ber vê dorpêçê heta niha 3 zarokan jiyana xwe ji dest da. Pitika 5 mehî Zeryan Bulut, ji ber nexweşiyên dil û bêhntengiyê astengdar bû. Dema ku dixwestin pitika xwe bigihînin nexweşxaneya Hewlêrê, li benda kontrolê ya hêzên asayîşa PDK’ê ya li ser rêya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de zêde hatin sekinandin. Pitik Zeryan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Bulut, destnîşan kir ku diviyabû pitika wan her tim di bin kontrola bijîşkan de bûya. Endamên malbatê diyar kirin ku ji ber dorpêçê ji neçarî mehê carekê pitika xwe dibirin nexweşxaneyê û wiha got: “Duh jî rewşa Zeryanê giran bû. Me xwest bibin nexweşxaneyê. Lê em li 3 asayîşên PDK’ê yên li ser rêya Mexmûr û Hewlêrê bi saetan hatin sekinandin. Tevî hemû hewldanên me û raporên bijîşkan jî destûr nedan ku em bi lez bigihînin nexweşxaneyê. Ji ber vê derengmayînê jî Zeryan mir. Tevî rewşa pitika me nebaş bû û raporên bijîşkan hebûn jî, bijîşkên Nexweşxaneya Raperînê piştî du saetan li pitika me nihêriye û ji ber vê xemsariyê jî zaroka wan miriye."