AMED - Şanoya Bajar a Amedê bi lîstika "Xewna Şeveke Havînê" derdikeve ser dikê û pêşberî şanohezan. Derhenêr Ferhad Feqî, diyar kir ku ji ber şertên neyî amadekariya lîstika xwe li Galeria da pêşandan û wiha got: "Divê hunermend li dijî zahmetiyan deriyê xeyalên nû vekin û afirînerê jiyanek nû bin.
Şanoya Bajar a Amed ê, lîstika William Shakespeare a bi navê "Xewna Şevek Havînê" ku nivîskar Kawa Nemir wergerî kurdî kiriye derdixin ser dikê. Yekemîn promiyerê wê sibê li Navenda Dan û Stendinê ya Galeria ya Şanoya Bajar a Amedê bê pêşandan. Derhênerê lîstikê Ferhad Feqî ku amadekariya lîstikê daye ser milê xwe, di nava lîstikê de Avşîn Adiguzel, Berfîn Emektar, Dîcle Yavuz, Kemal Ulusoy, Mahmut Kosem, Mesut Erencî, Ozcan Ateş, Ozkan Şeker, Sena Osbey, Şahabettin Dag, Şahperî Alphan, Şîlan Alagoz, Yavuz Akkuzu, Zeycan Ateş cihê xwe digirin. Lîstik wê di 5ê cotmehê de dubare derkeve pêşberî şanohezan. Li ser lîstik û şanoyê Ferhad Feqî têkildarî şanoyê axivî.
ZIMANÊ WERGERÊ GIRÎNG E
Feqî, anî ziman ku lîstik cureyê evîn- pêkenokê ye û wiha got: "Lîstina li ser dikê ya lîstikên ku ji zimanên din tên wergerkirin, zahmet e. Ji ber vê yekê zimanê wergerê pir girîng e. Di vê mijarê de Kawa Nemir wergêrekî serkeftî ye. Karekî serkeftî derxist holê. Li şûna wergerê Shakespeare raste rast bi Kurdî re bûye yek. Wergerê karê me hêsan kir. Ji bo şanogerekî ezbera metnê şanoya wergerê zahmet e. Divê lîstikvan xwe di navde hîs bike. Ger ku lîstikvan vê yekê serkeftî pêk bîne, temaşevan jî hîs dikin ku pirsa lîstikê pirsa wan e. Em dixwazin lîstikvan xwe di navde hîs bikin."
BI QEYÛM RE PLAN HATIN GUHERTIN
Feqî, da zanîn ku xebatên wan demek dirêj in didomin û wiha axivî: "Beriya ku qeyûm tayînî şaredariyê bike, xebatên me û şaredariyê hevpar pêş diketin. Me plan dikir ku vê lîstika xwe li Navenda Çandê û Kongreyê bidin pêşandan. Me bi plan dikir ku li Sahneya Çand Amedê bi komek lîstikvanê mezin re derkevin ser dikê."
ME EYWAN JÎ LI DIKÊ ZÊDE KIR
Feqî, bibîr xist ku 4 hefteyan xebatên xwe berdewam kirin û wiha got: "Piştî qeyûm tayin kirin astengî zêde bûn. Wekî naveroka lîstikê serdestan dest avêt lîstikê. Sibehekê em rabûn me dît rewş hatiye guhertin. 14 lîstikvan di lîstikê de cih digire. Di dikek wisa biçûk de lîstin ne pêkan e. Bi niqaşên 'Em ê wê dîmena mezin çawa di vê dikê de biedilînin' me li Dika Şanoya Bajar a Amedê dest bi xebatên şanoyê kir. Me diwar û deriyên navbera dikê rakirin. Me eywan jî li dikê zêde kir û me çareserî pêş xist. Qeyûm karê me zor kir, lê me biryar da ku di her şert û mercan de em lîstikên xwe derxin ser dikê. Vê xebatê enerjiyek din li me zêde kir."
'ME DERIYÊ XEYALAN VEKIR'
Feqî, destnîşan kir ku wan gotiye 'Ger em çareyê peyna nekin emê çawa ji xwe re bêjin hunermend' û li çareyê geriyan û wiha lê zêde kir: "Hunermend çareyê peyda dikin. Me wekî hunermendan deriyê xeyalên nû û jiyanek nû vekir. Ev ji bo me kêfxweşiyek mezin e. Ji bo lîstikekê zêdebûna temaşevanan girîng e. Lê em ê gelek caran derkevin ser dikê û vê valahiyê dagirin. Ji ber ku baniyê eywanê nizm e ne pir guncav e. Lê em hemû tiştên neyînî wekî erênî digirin dest û hewl didin li çareseriyê bigerin. Em dixwazin başiyê ji nava xerabiyê derxin. Ji ber biçûkbûna dikê wê di navbera lîstikvan û şanoger de temas zêde be. Ev yek wê enerjiyê bide lîstikvan û temaşevanan."
Feqî, qala xwe jî kir û wiha berdewam kir: "Ez ji Çewlîkê me. Hêj 12 salî bûm çûm Almanyayê û li Almanya jiyam. Ez li wir çûm dibistanê. Ez wekî karker xebitîm. Piştre min dest bi lîstikê kir. Ez car caran li Almanya dardikevim ser dikê. Ez bi Almanî lîstikan dilîzim. Min bi Kurdî şanogerî nas kir. Ez bi hunerê bêtir xwe tînim ziman. Di vê lîstikê de jî heman tiştî dijîm. Ez hevî dikim ku temaşevanên me wê li gel me nefesê bistînin. Ez bi enerjiya Şanoya Bajar a Amedê vegeriyam Almanyayê. Min li vir piştî nefesa xwe nû kir dîsa vegeriyam. Çi çara ku nefesa min kêm dibe dîsa vedigerim vir. Dema ez li ser axa xwe hunerê dikim ez bêtir jiyanê hîs dikim. Ez bêtir xwe baş hîs dikim. Ji ber vê yekê ez xwe perçeyekî Şanoya Bajar a Amedê hîs dikim."
Feqî, herî dawî destnîşan kir ku li Almanya qîmetek mezin didin hunerê û hunermend û wiha bi dawî kir: "Lê rehetî hin caran dibe sedem ku huner pêş nekeve. Hêz û enerjiyê hunerê gelek caran di bin zext û tundiyê de xwe didin der. Huner di wê pêvajoya zor û asê de xwe dide der û dibe çare. Ji bo civak û mirovê di zorê de huner dibe nefes."
MA / Dicle Muftuoglu - Adem Baran