Meryem Soylu: Keça min bû bûka Kurdistanê

  • rojane
  • 09:20 3 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED - Malbata Zarîfe Soylû (Hêvîdar Amed) a di 2’yê Cotmeha 2012’an de di şer de li Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, keça xwe bibir anîn. Dayik Meryem Soylû, diyar kir ku Hêvîdar tu carî zulim û neheqî qebûl nekir û keça wê bû bûka Kurdistanê 

Malbata Zarîfe Soylû (Hêvîdar Amed) a di 2’yê Cotmeha 2012’an de di şer de li Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, bi minasebeta salvegerê keça xwe li ser gora wê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi bîr anî. Rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê jî beşdar bûn. Di bîranînê de Bavê Zarîfe Soylû (Hêvîdar Amed), Bedrî Soylû diyar kir ku keça wî di 2004’an de beşdar bû û di 2012’an de jiyana xwe ji dest da û got: “Ez hevalê şehîd im nikarim bêjim ez bavê wê me. Şehîda me 2012’ê li ser rêça qehremanên Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş ên ku ronahiya azadiyê di zindana da pêxist meşiya. Li ser rêya wan şehîdan bi felsefeya serokatî xwesteka serokatî tevgeriya. 
 
‘HÊJ PERÇEYÊN BEDENA WÊ LI QADÊ TÊDIKOŞE' 
 
Bav Soylû dest nîşan kir ku şehîda wan bi soza Kurdistanê tevlî hevalên xwe bû û wiha axivî: “Li ser axaftina serokê xwe, ji bo azadiya wan qehremanên di zindanan de ji bo soza wan jîn bikin çûn û di dilê xwe de hêşîn kirin. Me şehîda xwe ji Şemzînan anî. Hin perçeyên bedena wê hêj li qadê mane. Ew perçeyê bedena wê heta Kurdistan azad bibe wê bi wan re be." 
 
Soylû anî ziman ku cenazeyên keça xwe di 2012’an de ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê girtin û got: "Em ê heta ku nefeseke me hebe li ser vê axê, em ê li ser soza wan bin. Soylû, bibîr xist ku daxwaza keça wan ew bû ku xwestekên şehîdan pêk bînin ew jî ji bo vê xwestekê pêk bînin têdikoşin û wê li ser sozên wan bimeşin. 
 
‘GELÊ KURD LI BER XWE DIDE 
 
Soylû, xwest kes nebêje ku gelê kurd sekîniye û got: "Îro gelê kurd li ser piya ye. Gelê kurd edalet û aşitiyê dixwaze. Em li ser xeta qehremanan têdikoşin û em cûdakariyê naxin nava mirovan. Em li ser xwesteka Serokatiya xwe heta dawiya jiyana xwe ji bo aştî û wekheviyê têbikoşin. Em li cîhanê 50 milyon kurd hene. Em zulmê qebûl nakin.
 
 
‘ZILM Û ZORDARÎ QEBÛL NEDIKIR’
 
Pişt re dayika Zarîfeyê Meryem Soylû jî diyar kir ku çiqas behsa şehîdan bikin kaxiz ne pênûs têrê nakin û wiha axivî: “Zaroktiya Hêvîdar pir cuda bû. Tu car zulm û zordarî qebûl nedikir. Di zarokatiya xwe de tu carî neheqî qebûl nedikir. Li pêş çavê wê neheqî li kesek din bihata kirin, li dijî neheqiyê derdiket. Tu car neheqî qebûl nedikir. Di salên 90’î de eskeran avêt ser mala me Hevîdar neh salî bû. Zarok li kolanê kom kirin û îşkence li wan kirin." Soylu, destnîşan kir ku eskeran wê deme xwestin bi pereyan wê bidin axaftin û agahiyan jê bigirin û got: "Nêzî 20 tîmên taybet bûn. Ez pir tirsiyam ku wê bitirsînin. Lê ew ji wan netirsiya û neaxivî. Zarokên me bi îşkenceyê mezin bûn. Ji birayê xwe pir hez dikir. Piştî birayê wê yê mezin tev lê bû, salek şûnde ew tev li partiyê bû. 
 
‘EM LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BIBIN BÛK Û ZAVA’
 
Soylu, destnîşan kir ku dema li Mêrsînê bûn, xizmê wan Mele meaz hat xwazgîniya Zarîfeyê û wiha axivî: "Mele Meaz xwez Hêvîdar bibe bûka wî. Dema hat xwazgînî got: 'Heke tu bibî bûka min weke giraniya te ez ê zêr û mal bidim te’. Zarifeyê jî got 'Hin şertên min jî hene.’ Seyda got ‘şertên te çi ne' Zarifê got şertên min ewe ku ger tu ji kurê xwe jî hez dike keleşekê têxe destê min, yekê têxe destê kurê xwe û cihê hezkirinê çiyayên Kurdistanê ne. Em li wir bibin bûk û zava.’ û bersîv da mele. 
 
 
SÊ ZAROKÊN WÊ JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Soylû, da zanîn ku dema kurê wê Berxwedan jiyana xwe ji dest da û şûnde çar pênç mehan ew hat girtin wiha lê zêde kir: “Ev ji bo min pir giran bû. Hêj nû kurê min şehîd bû ez hatim girtin. Zarokên min biçûk bûn. Keça min name li pişt xwe hişt û çû.” Soylû bibîrxist ku wexta keça wê jiyana xwe ji dest da li derve bûya wê xwesteka wê bi cih anîbûya û wiha domand: “Ez li derve bûma, min ê hine çêkiribûya û li destê wê û porê wê kiribûya. Wê bi devê xwe got ez bûka Kurdistanê me. Got 'Ji kesê re nabim bûk'. Ez di nava çar dîwaran de bûm." 
 
Soylû, destnîşan kir ku Zarifeyê pir ji birayê xwe hez dikir û li pey wan çû û wiha berdewam kir: "Got heta saxbe wê barê birayên xwe bide ser pişta xwe û li çiyayên Kurdistanê bigere.  Bi wê hesretê li Şemzînanê şehîd bû." 
 
‘EYB E ŞERM E' 
 
Soylû, bal kişand ser çalakiya malbatên li pêş avahiya HDP’ê rûniştî û wiha axivî: “Ez bang li dayikên ku li deriyê HDP'ê rûniştî dikim. Bila destê xwe dînin ser wijdana xwe. Bila bi hezaran polîsan li xwe kom nekin. Bira gelê xwe reş nekin. Bila ji gele xwe, gerilayên xwe ji welatê xwe şerm bikin. Eyb e şerm e. Dayîkan jî dixapînin. Gereke dayik neyên xapandin. Serokatî bi xwe dibêje yên ku aşitî, edalet, mirovahiyê bînin dayik in. Gereke dayik xwe rûreş nekin. Ez dibêjim yekitî yekitî yekitî.”
 
Soylû dazanîn ku bila dayikên aşitiyê û dayikên zarokên wan winda bûyî bigihin hev biçin li ber derê AKP’ê rûnin wiha berdewam kir: “Cihê çareseriyê ne li ber derê navenda me ye, li ber derê AKP’ê ye. Ez bang li wan dayikên li ber derê partiya me rûnişti jî dikim bila ew jî herin ber derê AKP’ê rûnin. Gelo di kîjan ol, pirtûkê de nivîsandiye ku evqas bi cenazeyan tê lîstin. Şehîdên me tên perçe perçe kirine. Perçeyên cenazeyan tevlî nav hev kirine. Ev di kîjan mirovahiyê de, misilmaniyê de, olî de ev tişt hatiye dîtin. Tu dîrokan de ev tişt nehatine dîtin. Demek ne edalet, ne mirovahî, ne îman, ne wijdan tune ye.”
 
‘WEKE ERDOGAN GELEK HATINE Û ÇÛN’
 
Soylû, dazanîn ku bang li hikumeta AKP’ê dike ku çareserî gelê kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi gelê kurd re ne rûnin ser maseyê, destê aşitiyê nedin nikarin bi vî şerî gelê kurd biqedînin. Ev çil sal e yên weke Erdogan û Soylû gelek hatine û çûne. Gelek ji wan gotine me gelê kurd, PKK qedandiye. Bila xwe nexapînin, derewan nekin çiqas çûye zêde bûye. Cihê çareseriyê Îmraliye, Gelê Kurd e, gereke destê aşitiyê bidin hev. Gelê kurd jî lazim e destê xwişk û biratiyê bide hev û bi hevre rast bin. Ji bo ku em bigihin armanca xwe. Wekî din tu rê û rêbazên me tunin. Yên ku winda bike û rûreş bibe dîsa dewleta AKP’ê ye.”
 
Soylû herî dawî got: “Hevaltî pir giran e. Doşeka wan axe, balîfa wan kevir e, lihêfa wan esman e. Dîsa destê xwişk û biratiyê didin hev. Em wan bifikirin û destê xwişk û biratiyê bidin hev îşelah em ê serbikevin.”

Sernavên din

04/10/2019
09:04 Sekretera Giştî ya ÇHD'ê Aslan: Pakêta darazê ji dubareyan pêk tê
09:03 Mizrakli: Divê meclîs li dijî qeyûman serî li sererastkirineke qanûnî bide
09:03 Şaredariya Hawêlê xwendekaran belaş dibe û tîne
09:03 Asya Abdullah: Konferansa Jinan a 3'emîn wê bibe bingeha Konferansa neteweyî a Kurdistanê
09:01 Bendergeha ewil a Mezopotamyayê ket bin ava bendavê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2019'AN
03/10/2019
16:06 Jin ji bo Tugçe derketin kolanan
15:45 Dozger ji bo qatilê Ecem Balci muebeta giran xwest
15:32 Walîtiyê aşkere kir: 2 eskerên birîndar mirin
15:21 Çima kes çalakiya vê dayikê nabîne?
15:02 Cendirmeyan li Siwêregê kesek binçav kir
14:50 Jina Kurd Zuhal Demîr bû Wezîra Dadê ya hikumeta Flamanê
14:50 Dorpêça Mexmûrê didome: Pitikeke din jiyana xwe ji dest da
14:14 Sezgîn: Di rojên pêş de wê di navbera Hewlêr û Bexdayê qeyran zêde bibe
14:07 Nobeta Demokrasiyê di roja 46’an de ye: Em ê qadan terk nekin
13:56 Nobeta Çiyayê Kazê di roja 70’iyan de ye: Projeyê rawestîn in
13:56 Avci: Qeyûm û zîhniyeta xwe dê bicihimin biçin
13:41 Şanoger Ferhad Feqî: Divê hunermend deriyê xayalên nû vekin
13:39 Heyeta KE bi hevşaredarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin re hevdîtin pêk anî
13:26 AYM'ê biryar da ku mafê Onder ê "azadiya ramanê" hatiye binpêkirin
13:25 Mirina Nadîra Kadirova di rojeva Meclîsê de ye
12:47 Li Amedê TOMA li otomobîlekê xist
12:33 Jinan piştî doza Uysaler daxuyani dan: Em destûr nadin bê ceza bimîne
12:32 Kovara kurdî "Zrîng" sibê dertê
12:14 Parêzerên Ocalan cara 14'an serlêdan kirin
12:11 Malbata ewil li ber HDP’ê rûnişt dawî li çalakiya xwe anî
11:59 Bernameya bîranîna kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan diyar bû
11:17 Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin
11:05 ‘Tevî krîzê û şer jî xwîner xwedî li pirtûkên kurdî derdikevin’
11:04 Dadgehê biryara midûrê 'tacîzkar' bi zorê bînin danişînê, da
10:26 HDP wê li dijî qeyûman li 7 navendan hevdîtinên gel ên bi girseyî li dar bixe
10:14 Dadgeha Îstînafê polîsê ‘tecawizkar’ berat kir
10:07 Dayik û bavê ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye hefteyek li ber HDP'ê hiştine
10:06 Demîr: Me 49 rojan şîn girt
09:21 Polîsan xwest li kafeyê stranên kurdî neyên guhdarkirin
09:20 Meryem Soylu: Keça min bû bûka Kurdistanê
09:20 Wê malbatên Roboskiyê di 8'emîn salvegera komkujiyê de bên darizandin!
09:19 ‘Li Rojhilata Navîn bêyî kurdan wê tu pirgirêk çareser nebin'
09:18 'Têkoşîna ji bo kedê, bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye'
09:18 Sêwîxaneya Ermeniyan bûye warê tiryakêşan!
09:17 Demsala mehsereyê didome
09:16 Ciwanê di binçavan de hat derbkirin: Nehiştin raporê wergirim
09:16 ‘Ji ber ku Erdogan ditirse Demîrtaş hat girtin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2019'AN
02/10/2019
17:25 Li dijî qeyûman kampanya îmzeyan hat destpêkirin
16:49 Sancar: Em ji bo hewldanek her kesî hembêz bikin amade ne
16:39 Meclis TV axaftina Kiliçdaroglû neweşand
16:19 Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: 126 rojnameger girtî ne
15:20 Li Amedê 4 bijîjkan ji kar derxistin
15:19 HDK'ê li Mêrsînê starta kampanya krîzê da
14:58 Nobeta Demokrasiyê di roja 45'an de berdewam kir
14:22 Cendirmeyan nehişt ku konê şînê vedin
13:52 Daneşîna Dayikên Aştiyê taloq bû
13:01 46 rojnameger rastî 138 sal û 7 meh ceza hatin
12:44 11 cenazeyên Goristana Xerzanê dê bidin malbatên wan
12:13 Dozger xwest 7 rojnameger bên cezakirin
11:29 Ozsoy: Heke Tirkiye bikeve Rojava wê xeletiyek mezin bike
11:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliylê serlêdan kirin
11:10 Mirina birayê xwe di bin binçavan de hîn kirin
10:45 Di ser kuştina Hacî Lokman re 4 sal derbas bûn hêj lêpirsîn bi encam nebûye
10:21 Walîtiya Şirnexê ji bo 15 rojan hemû çalakî qedexe kirin
10:12 Li saziyên dewletê yên Mêrdînê nelirêtî tê kirin
10:12 Folklora Me bi hejmara payîzê derket
09:56 Di salekê de ceyranê 5 caran, xaza xwezayî 5 caran zem xwar
Ceyran ji sedî 60, Xaza xwezayî ji sedî 50 zem xwar
09:33 Di dozên KCD'ê de beraata ewil
09:32 Wê Bendava Ilisû tesîrê li hespên kûvî jî bike
09:31 Guneş: Komîsyoneke ku kurd têde tune bin wê bi ser nekeve
09:31 Krîza di sektora înşeatê de didome
09:28 Erdemol: Behsa kurdan dikin, lê kurd têde tune nin
09:28 Dayikên Aştiyê bûn pêşengê Nobeta Demokrasiyê jî
09:27 Endamê HDP'ê yê sîxurtî lê hat ferzkirin: Ewlehiya min tune ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2019'AN
01/10/2019
21:21 Rewşenbîrê kurd Keremê Anqosî koça dawî kir
17:10 Jina nexweşa pençeşêrê hat berdan
16:38 Meclîsa Şaredariya Rezanê ji bo Ceylan Onkol biryar da
16:10 Kesên li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:09 Kermesa ku qeymeqam destûr neda, li pêş avahiya HDPê vekirin
15:54 Ji bo mirovê Şemiyê Şahîn merasima cenaze li dar xistin
15:41 Derbarê Leyla Guven de fezleke amade kirin
15:34 Îdîaya polîsên TEM'ê jî tev li lêgerîna kawîşan dibin
15:16 'Heke em bibin yek dê teqez bi serkevin'
15:00 Tifaqa Pêşverû Xelata Wêrekiya Siyasî dide Demirtaş
14:51 Gunay: Pêdivî bi darazek serbixwe heye
14:36 Sarisaç: Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be
14:24 Gefa kuştinê li serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal xwarin
14:02 Karkerên AKP'î ku ji kar hatin derxistin: Kesên me mexdûr kirin hilbijartiyên me ne
14:01 Îtîraza girtina Hevşaredarên Pasûrê hat redkirin
13:12 Lêçûna çekan dibe zem û ji bêrika gel derdikeve
13:00 Rojnameger Aykol: Bi hêviya nûçeyên xweş û bi wateme
12:36 Bavê Şahîn ê dibin çavan de hat windakirin jiyana xwe ji dest da
12:35 Di salek dawî de ceyran ji sedî 60 zem bû
12:21 DEDAŞ'ê ceyrana 6 yekîtiyên avdaniyê birîn
12:19 Rojnameger Osman Akin ji xala 301'an de hat darizandin
12:09 Qeyûmê Amedê xwe wek qeyûm tayînî GABB’ê jî kir
12:02 4 kes ji Partiya Şoreşger hatin binçavkirin
12:02 DMME'yê careke din Tirkiyeyê mehkûm kir
11:47 25 girtiyên siyasî sewqî Espiyê kirin: 3 girtî kirin hucrê
11:36 7 zarokên ku ji civayê bi bandor bûbûn ji beşa lênêrîna awarte derxistin
11:17 ÎHD: Bila Serokê şaxa me bê berdan
11:15 Zarokê ku ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî kekê xwe cinayet pêkanî derket dadgehê