STENBOL - Wekîle Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mithat Sancar, di ziyareta Federasyona Komeleyên Elewî de têkildarî geşedanên li Tirkiye û hewldanên xwe axivî û got: "Em ji bo hewldanên her kesî hembêz bikin amade ne."
Heyeta HDPê ku Parlamenterê HDP'ê û Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mîthat Sancar û Parlamenterê Stenbolê Zeynel Ozen jî di navde ye, di çarçoveya "Pakêta Darazê", "Îtîfaqa Demokratîk" û "Makeqanûna Demokratîk" de li Cemxaneya Garipdede Federasyona Komelmeyên Elewî (ADFE) ziyaret kir. Heyeta HDP'ê ji aliyê Serokê Giştî yê ADFE'ê Celal Firat û endamên komeleyê ve hat pêşwazîkirin. Serokê Federasyonê Celal Firat, piştî heyet pêşwazî kir axaftinek kurd kir. Firat xwest hurmetê nişanî nirxan bidin û statuyekê bidin baweriyan û wiha got: "Nayên li vir ji pirsgirêkên me re nabin çareserî. Lê deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Em saziya baweriyê ne. Helwesta me pir zelal e. Dewlet dixwaze naveroka komeleyên elewî vala bike. Di vê mijarê de giliyê me pir zêde ye. Lê dîsa daxwazên me hene. Berî her tiştî em dixwazin li vî welatî aştî pêş bikeve. Hêj zarok tên kuştin û dayik digirin. Em dixwazin kuştina zarokan û giriyê dayikan bi dawî bibe."
'HEMÛ CIVAK DI BIN GEFEN MEZIN DE YE'
Mîthat Sancar jî piştî hat pêşwazîkirin qala xebat û bernameya xwe kir û wiha got: "Di çarçoveya ziyaretan de em li hemû saziyan digerin û em dixwazin nerînên wan bigirin. Ji ber ku ADFE deriyê xwe li me vekir em spas dikin. Sancar, "Niha hemû beşên civake di bin gefên mezin de ne. Em bawer dikin ku em hemû destê xwe bidin hev em dikarin ji vê talûkeyê xwe xelas bikin. Bi taybetî di 2 hilbijartinên dawî de pir aşkere bû ku hezên alîgirê demokrasiyê dikarin ji vê rewşê re bêjin bes e. Vê sekna hêzên demokrasiyê hêz û kelecan li me zêde kir. Em dixwazin gavên saxlemtir bavêjin. Dema em saziyan ziyaret dikin em bi pêşniyaran tên zişaret dikin. Em dixwazin biryarên hevpar bistînin."
Sancar, destnîşan kir ku li Tirkiye cudakarî pir zêde ye û li Sûriyeyê şer heye û wiha got: "Ev tabloya heyî pir giran e. Ger ku em rê li pêş îktîdara heyî negirin ev rewşê girantir bibe. Îktîdar dixwaze piştî hilbijartina yekîtiya ku derketiye holê perçe bike. Ji bo vê yekê bi me mijûl dibin. Wê bêtir mijûl bibin. Em ji canên ku di Kerbelayê de çûn zanin. Disa em di serdema Osmanî de tişta anîn serê elewiyan dizanin. Em ji Dersim, Çorum û Mereşê dizanin.
Em kesên alîgirê demokrasî, jiyana wekhev û hemû kesên rûmeta xwe diparêzin divê ye bibin yek."