ENQERE - Meclis TV dema axaftina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû weşana xwe ya zindî bi dawî kir û danasîna pirtûkxaneya Meclisê weşand.
CHP û HDP'ê îro li Meclisê komcivînên xwe li dar xistin. Dema ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû di komcîvina partiya xwe de diaxivî, Meclis TV di deqeya 25'an de weşana xwe zindî bi dawî kir û li şûna axaftina Kiliçdaroglû danasîna pirtûkxaneya Meclisê weşand. Heta ku axaftina Kiliçdaroglû bi dawî bû jî venegeriya axaftina Kiliçdaroglû û dîmên demên cûda weşand.