RIHA - Ji ber ku cendirmeyan destûr neda konê şînê vede, malbata Muslum Gunduzalp ê PKK'î ku li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, serxweşiyê li mala xwe qebûl dike.
Di 7'ê Îlonê de li Herêma Omeryan a Mêrdînê, di navbera leşker û PKK'iyan de şer derketibû û Muslum Gunduzalp ê PKK'î jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Gunduzalp, ji bo serxweşiyê li gundê Tirkak ê navçeya Pirsûs a Rihayê şîn danî.
Ji ber ku li goristana bêkesan hatiye veşartin û encama testa DNA'yê hê derneketiye, cenazeyê Gunduzalp radestî malbata wî nehat kirin.
Malbatê ji bo kesên ku bên serxweşiya wan, xwest konê şînê li pêşiya mala xwe vede, lê rastî astengiya cendirmeyan hat. Ji ber ku cendirmeyan nehişt konê şînê vede, malbat serxweşiyan li mala xwe qebûl dike.