ENQERE – Edremît Ture yê wekî bersûcê komkujiya Gara Enqereyê tê dîtin, axaftinên wî yên bi mamosteyê Lîseya Îmam Hatîpê re derketin holê. Di qeydên tapeyê de jî piştrast dibe, DAIŞ di komeleyên fermî de xwe bi rêxistin dike. Derket holê ku mamosteyê ÎHL'ê (Îmam Hatîp Lîsesî) Sadî Dînçkan ê bi Ture re diaxive, hêj li Konyayê li ser kar e.
Kesê bi navê Edremît Ture wekî bersûcê Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê tê zanîn û bi rêya Înterpolê li wî digerin. Qeydên tapeyê yên Ture derketin holê. Di qeydan de jî tê dîtin ku Ture bi mamosteyê Lîseya Îmam Hatîpê re sohbeteke gelekî germ dike. Belgeyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihandinê, Edremît Ture bi mamosteyê bi navê Sadî Dînçkan re diaxive. Dînçkan di heman demê de mamosteyê kurê Ture Hasan Tayyîb Ture ye jî.
Di qeydan de jî tê dîtin ku Edremît Ture ji ber kirinên xwe ji hêla mamosteyê ÎHL'ê Dînçkan ve tê naskirin û ji ber vê Dînçkan xwe nêzîkê Ture dike. Ture li Sûriyeyê di şer de birîndar dibe û ji bo dermankirinê tînin Kirikkaleyê û di navbera Ture û Dînçkan de di 14'ê Hezîrana 2012'an de, saet di 11.38'an de ev axaftin derbas dibe.
‘TU GELEKÎ SAX BÎ KEKÊ MUCAHÎT TU BI XÊR HATÎ BAJAROKA ME’
Sadî Dînçkan: Xwedî ji te razî be kekê Edremît gelekî sax bî kekê mucahît, tu bi xêr hatî bajaroka me te şeref da m kekê xwedî ji te razî be.
Edremît Ture: Mamoste Sadî heqê xwe helal bike.
Sadî Dînçkan: Wekî qeşayê helal be seydayê min xwedê ji te razî be tu heqê xwe helal bike yanî dê çi heqê me hebe.
Edremît Ture: Hûn çawanin başin?
Sadî Dînçkan: Elhemdillah ferzi kîfaye (Dema ji hêla mislimanan ve hat kirin, kesê din ji perpirsyariyê xilas dibe û ev ferz e), yanî hûn dibin ferzi ayn (Her misliman raste rast ferza ku dike) ez nakevim nîqaşê; lê herî kêm dema kekên me yên mîtanî we hebin, ev jî li gel Xwedê baş tê dîtin û em wisa difikirin yanî.
Edremît Ture: Yewww mamoste Sadî hûn çawa wisa diaxivin. Em bi ilma we dimeşin, bi ilma we yanî.
Sadî Dînçkan: Estexfirllah tişttek wiha dibe?
Edremît Ture: Ew ilma we rê nîşanê me dide, çeka me kêrê tiştekî nayê.
LI KOMELEYA RAHMET ELÎ NÎQAŞÊN ME HENE
Sadî Dînçkan: Hee baş e wê demê hûn wê bikin ez ji Xwedê şifayê dixwazim, ji bo xwe înşallah yanî ji bo we hûn karê xwe dewam bikin, ez ew bikim yanî ez bikaribim bêm ez ê bêm (Dixwaze biçe mala wî). Ya me jî êvarê li komeleyê ewa me heye eeee nîqaşa me li Komeleya Rahmet Elî.
Edremît Ture: Ez bêm? Komeleyê
Sadî Dînçkan: Na hewce nîne tu yê çi bikî.
Edremît Ture: (Dikene)
Sadî Dînçkan: Haaa ser ser û çavê min yanî gerek tune tu nexweş î tu dema bê wir jî ji xwe em roja Pêncşemê cuda dibin, roja Sêşemê be dê xweştir be. Hanî şeva Sêşemê perwerdeya tefsîrê, roja Pêncşemê ji gel re vekirî ye yanî bi giranî tasavvufî hinekî erzan dibe û li gorî wê hevalên me tên.
Edremît Ture: Înşallah em ê hev bibînin fermaneke te heye? Daxwazeke we heye?
Sadî Dînçkan: Estexfirllah kekê Estexfirllah, em ji te dia dixwazin ne madî û ne manewî.
Edremît Ture: Rebê min yar û alîkarê te be
Sadî Dînçkan: Xwedê ji te razî be kekê tu niha li Kirikkaleyê yî ne wisa, çend rojên din
Edremît Ture: Ez çend rojên din li Kirikkaleyê me yanî qasî 20 rojan, ez ê emeleyat bibim û biçim.
Sadî Dînçkan: Ha temam hûn hêj emelyat nebûne ne kekê?
Edremît Ture: Ez nebûm ji xwe ez ê bibim û biçim.
Sadî Dînçkan: Temam wê demê înşallah ev emelyata we wisa tiştekî cidî yê ku aciz bike nîne.
XWEDÊ GIRTINA DESTIYÊ ŞÛR BIKE NESÎB
Edremît Ture: Xwedê ilmê we xweşiktir bike û Xwedê girtina destiyê şûr bike nesîbê we înşallah.
Sadî Dînçkan: Ha ha ha amîn amîn kekê înşallah ji xwe buhişt di bin sîha wê de ye kekê înşallah, li wê herêmê nefsa wî serdest e ez niha muşerref bûm em jî xwe bi wê têr dikin kekê înşallah.
Edremît Ture: Na na na na em bi ilma we dimeşin lê mêze kin ev tişta destpêkê ye…
Sadî Dînçkan: Estexfirllah wisa dibe? Kekê xwedê ji we razî be kekê, înşallah baş e kekê, hurmet kekê, em ji destê we maç dikin. Rebê min yar û alîkarê we be, rebê min şifayê bişîne em ê diayên xwe dewam bikin. Înşallah em ê hev bibînin kekê selam elêkum kekê, Xwedê ji we razî be.
Edremît Ture: Ez hurmetên xwe dikim selam elêkum, amîn, aleykum selam emanetê Xwedê bî.
Sadî Dînçkan: Sax bî kekê.
NIRXANDINA POLÎSAN
Di dawiya qeydên tapeyan de, emyet aşkera dike ku Edremît Ture di baskên hêza çekdarî de cih digire, Sadî Dînçkan jî ji derveyê xebatên baskên çekdarî xebatan dimeşîne û ev wekî nîşe daniye. Di dewama heman nîşeyê de ev tişt tê gotin: "Ji bo Sadî rêxistinê deşîfre neke, naxwaze Edremît biçe Komeleya Rahmet Elî ya ji gel re vekirî, dixwaze di nîqaşeke di navbera xwe wan de cih bigire û vê yekê diha baş dibîne."
‘HÊJ LI KONYAYÊ MAMOSTE YE’
Me xwest der barê belge û sûcdariyan de em xwe bigihînin Sadî Dînçkan, Dînçkan xwe wiha parast: "Ez niha li Lîseya Îmam Hatîpê ya li Konyayê karê xwe dikim. Ez berî 4 salan hatim vir. Min 18 salan li Kirikkaleyê peywir kir. Kurê Edremît Ture Hasan Tayyîb Ture xwendekarê min e. Ji ber ku Edremît weliyê xwendekar e, ez pêre hevdîtinê dikim. Ev kesê bi navê Edremît Ture ewa wî gelekî tev li hev e. Qasî ku min ji Tayyîb Ture guhdar kir gelekî tev li hev e. Hasan Tayyîb Ture der barê bavê xwe de agahî da min. Got ku 'Bavê min wiha alîkariya mislimanan dike, wisa piştgiriyê dide wan.' Min jî got ku ooo maşellah, bavê te çiqasî mirovekî mucahît e, dibe min wiha gotibe."
Dînçkan aşkera kir ku wî ji kurê Ture Hasan Tayyîb Ture bihîstiye ku bavê wî Edremît Ture ji ber komkujiya 10'ê Cotmehê plan kiriye, lêgerîna wî heye û Ture di heman demê de polîsê teqewîtbûyî ye û ew xwediyê vê agahiyê ye. Dînçkan der barê qeydên tapeyan de jî agahiyên nakok dan. Dînçkan gelek caran got ku ew Ture nas nake û ji ber ku kurê wî xwendekarê wî ye, ji ber vê ew nas kiriye û xwe bi vê yekê parast. Dînçkan xebatên ku bi hev re kirine jî wekî xebateke asayî a Lîseya Îmam Hatîpê parast û ev tişt got: "Em li komeleyan, weqif û Saziyên Sivîl de van nîqaşan dikin." Dînçkan, da zanîn ku Ture jî tev li nîqaşên Komeleya Rahmet Elî dibe û serokê wê jî Dogan G. ye û Dogan G. serbazekî leşkerî yê teqewîtbûyî ye.
Dînçkan destpêkê aşkera kir ku ew Ture nas nake û piştre ev tişt anî ziman: "Mamosteyên Îmam Hatîpê yên li Kirikkaleyê hemû Edremît Ture nas dikin, li Kirikkaleyê kesê wî nas neke tune. Hemû esnafên li Kirikkaleyê wî nas dikin. Edremît Ture diçe dibistanê û tê, digot ku ez zêde li Kirikkaleyê nasekinim. Digot ku 'Bi zarokê min re eleqedar bibin' di vê der barê de tiştek heye. Di wan salan de li ne pêkan e li Kirikkaleyê be, dibe ku zilam li derveyê welat be, dibe ku hatibe Kirikkaleyê, tev li hin tevgeran bûbe, mînak li derveyê welat bûye tev li hin tevgeran bûye. Ji xwe dema ew agahî hat li Kirikkaleyê nebû, dibe ku min li sûk û bazaran dîtibe bi zelalî nizanin."
Dînçkan, herî dawî piştrast kir ku heta niha der barê wî de tu lêpirsîn nehatiye vekirin.
MA / Bariş Boyraz