MÊRDÎN - 5 birayên ku di 30'ê Îlonê de li navçeya Artûklûyê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, mirina birayê xwe Firat Şîmdî ku tê angaştkirin endamê HPG'ê ye, di bin çavan de hîn kirin.
Di 30'ê Îlonê de li Taxa İstasyonê ya navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê, leşker û polisan bi ser malekê de girtibûn. Di vê serdegirtinê de ji bo ku nekeve destê leşker ô polisan Firat Şîmdî ku tê angaştkirin endamê HPG'ê ye dawî li jiyana xwe anîbû. Polisan di vê serdegirtinê de jin û zarok jî di nav de 15 kesî binçav kiribûn. Jin û zarok piştî 2 rojan hatibûn berdan lê Azîz, Memdûh, Orhan, Serdar û Erdal Şîmdî yên birayên hev hê jî li Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Mêrdînê di bin çavan de ne.
Hat ragihandin ku rewşa her pênç birayan baş e û hê jî îfadeyên wan nehatine girtin. Her wiha hat hînbûn ku her pênç birayan di hevdîtina bi parêzerê xwe hîn bûne ku birayê wan Firat Şîmdî jiyana xwe ji dest daye û li ser vê agahîyê gelek xemgîn bûne.