Di ser kuştina Hacî Lokman re 4 sal derbas bûn hêj lêpirsîn bi encam nebûye

  • rojane
  • 10:45 2 Cotmeh 2019
  • |
img
ŞIRNEX - Di ser kuştina Hacî Lokman Bîrlik ê li pey panzêrê kaş kirin û kuştin re 4 sal derbas bûn, lê hêj lêpirsîn bi encam nebûye. Heta niha tenê îfadeya çend polîsên bi îdîaya şikdar e hatiye girtin. 
 
Li Taxa Dîcle ya Şirnexê di 3'ê Cotmeha 2015'an de ciwanê 24 salî Haci Lokman Birlik, bi 28 guleyan birîndar kirin li pey panzêrê girêdan û bi erdê re kaş kirin û kuştin. Di ser kuştina Bîrlîk a bi îşkenceyê re 4 sal derbas bûn. Heta niha lêpirsîn bi encam nebûye û der barê tu kesî de doz nehatiye vekerin.  Bûyera di raya giştî de deng veda pişt re ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin hêj bi encam nebûye û doz nehatiye vekirin. Li ser fermana Wezaretê ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Polîsan ve lêpirsîna îdarî hat destpêkirin du polîsên tev li bûyerê bûn û dîmen kişandin ji peywîrê hatin girtin.
 
Bîrlîk di roja bûyerê de birîndar bû û piştî ew girtin bedena wî li pey panzêrê kaş kirin. Li şûna wî bibin nexweşxaneyê, heta Qereqola Polîsan a Mehmet Îşlerê li pey panzêrê kaş kirin. Di girtekên polîsan de nîşeya "ambulans ji ber ewlehiyê nehat cihê bûyerê" nivîsandin. Piştre di girtekên bêtalan de derket holê ku bang li ambulansê kirin. Di girtekê de hat gotin ku "Kesê tenduristiya wî bi rîsk bû, ew li maşîna yekîneyê suyar kirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. 
 
DÎMEN NEŞANDIN
 
2 roj piştî bûyerê parêzerên malbata Bîrlîk bi îdîaya "Bi zanebûn kuştiye", "Bi îşkence û muameleya xerab kuştine", "Neheqî li bîranînê kes kirine", "Gel teşwîkî kîn û dijmantiyê kirin", "Teşwîkî kirina sûc kirine", "Erka xwe xerab bikar anîne" û "Bi armanca sûc bikin rêxistin ava kirine" serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dan û xwestdin der barê polîsên şikdar de doz bê vekirin. Parêzerê malbata Bîrlîk ji dozger xwest dîmenên kargerî û MOBESE yên li nêzî cihê bûyerê bên komkirin û li dozyayê bên zêdekirin. Dîsa xwest polîsê di hundirê maşîneya zirxî û polîsê çêr kirine nasnameya wan bê tespîtkirin. Dîsa xwest polîsên bi guman û kaçak bên girtin û darizandin. 
Dozger ê serlêdana sûc qebûl kir û ji midûriyeta polisan xwest kesên dîmen di malperên înternetê de parve kirine û kesên Bîrlîk bi erdê re kaş kirine bên tespîtkirin. Lê midûriyeta polîsan îdîa kir ku kamera xerabe ne û ew kes tespît nekirine û dîmen û delîl ji dozgeriyê re neşandin.  Dihat gotin “Polîsên ji peywîrê hatin girtin” pişt re derketibû holê ku li Miduriyetên Polîsan ên cuda li ser kar in. 
 
SERDOZGERIYÊ DER BARÊ 6 POLÎSAN DE LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN 
 
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di heman rojê de ji Miduriyeta Polîsan daxwaz kir ku navê polîsên wê rojê li ser kar bûn bê radestkirin. Piştî mehekê 6 polîsên di maşîneya zirxî de bûn radestî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê der barê van her 6 polîsan de bi sûcdariya “Li dijî bîranîna kes heqaretê kirin e” lêpirsîn da destpêkirin. Her 6 polîsên di kuştina Bîrlîk de li ser kar bûn kirinên xwe înkar kirin. 
 
AXAFTINÊN LASERKÊ LI DOSYEYÊ HAT ZÊDEKIRIN 
 
Di pêvajoya lêpirsînê de axaftina laserkê ya polîsên ku Bîrlîk li pey maşîneyê kaşkirin li dosyeyê hat zêdekirin. 
 
Axaftinên bêtêlê yên cenazeyê Bîrlîk ferman ji wan re hatiye û bi organîzeyî bi pey maşîneyê ve danîne wiha ne
 
“ Bêtêla A: Asayîş… Hat fêmkirin, heke hûn dikaribin wêne bikişînin dê baş bibe 
Bêtêla A: Asayîş… Ne rast e, me kes negirt, gelo em çengel pê vekin midurê min? 
Bêtêla B: Asayîş… Rast e. Çengel divê niha çengel we derbas kiribe, bi rêya çengel em kaş bikin û ji wir derxin. 
Bêtêla A: Asayîş… Hat fêmkirin. Niha ekîba ku çengele wan heye hene gelo? 
Bêtêla C: Asayîş… Benê ku wê vî bikişîne bi min re heye. Bi te re… Ez ê vî bi kaşkirinê bibim. 
Bêtêla A: Asayîş… Hat fêmkirin, em derbasî pêş dibin. Hûn wê çengelê pê vekin. 
Bêtêla C: Asayîş… Temam keko derkeve pêş. Ez bi erebeyê derkevin perdeya pêş û nêz bibim. Ez ê ben girê bidim û kaş bikim. Temem gelo?
Bêtêla A: Asayîş… Hat fêmkirin ku hûn derdikevin. Yanî hûn wî dikişînin? 
Bêtêla C: Asayîş… Niha ez ê dest bi kişandinê bikim keko. Li pişt min hûn jî kontrol bikiz dibe gelo?  
Bêtêla A: Asayîş… Ezbenî ji bo di warê ewlehiyê de heke guncav bibe herî dawî hûn vir biterikînin…
Bêtêla C: Asayîş… Ezbenî em vî p..î bibin ku?
Bêtêla D: Asayîş… Bibin Miduriyeta Emniyetê. 
Bêtêla E: Asayîş… Vê ekîba dikişîne em bibin ber karakolê. Em vî bigirin lê bila dîmen li derdorê bela nebe. Ez li pey te me. Em rê bigirin. Em vî wisa bigirin û bibin hundir.” 
 
Ji bo van axaftinên laserkê li dosyeyê bê zêdekirin, parêzerên malbata Bîrlîk ji bo polîsên axaftinê wan diyar bibin û doz der barê wan de bê vekirin ji nû ve serî li Serdozgeriyê dan. Li ser gilîkirina parêzeran, Serdozgeriyê ji Miduriyeta Polîsan a Bajêr re ferman şand û yên vê fermana kuştinê û kaşkirinê dane û polîsên fermanê bicih anîne nasnameya wan bê aşkerekirin û ji wan re bê şandin. 
 
DI 4 SALAN DE 5 DOZGER HATIN GUHERTIN 
 
Lêpirsîna derbarê polîsên nasnameyên wan hatin tespîtkirin, bi dosyeya lêpirsîna berê ve kirin yek. Lê ji roja lêpirsîn hat destpêkirin û vir ve, di nava 3 salan de, ligel ku 5 dozger hatin guhertin jî, heya roja îro tu pêşketinek cîd çênebûneye. Birayê Bîrlîk ê hat kuştin Mehmet Bîrlîk, darbarê birayê xwe û fikarên xwe yên ser lêpirsînê bê girtin de axivî.
 
‘DILÊ HEMÛ ŞIRNEXIYAN ÊŞIYA’
 
Bira Mehmet Bîrlîk, diyar kir ku ew bi birayê xwe Hacî re heya demekê li girtîgehê di heman qawîşê de man û wiha got: “Birayê min bi hemû kesan re diaxivî û kesên bi wan re axivîn jî, bandor li ser wan dihişt. Ji ber vê yekê di merasîma cenazeyê de xwedî derketine mezin hebû. Dilê hemû malbatên Şirnexiyan êşiya û mirina birayê min bandorek mezin li ser wan kir. Bi erdê ve kaşkirina cenazeyê birayê min, xwestin peyama “Ew heza me heye ku em ziman, çanda û jiyana  te qedexe bikin. Bi zanibe, em dikarin li ser bendena te ya bêruh jî bi her awayî zordestî bikin” bidin. Li ser ciwanên kurd mînakên wiha pir zêdene.” 
 
‘XWESTIN KENÊ HEVALÊN ME BI ME BIDIN JIBÎRKIRIN’
 
Bîrlîk, da zanîn ku ev demek dirêje dûrî Şirnexê dimîne û wiha bilêv kir: “Her ku ez têm Şirnexê biranînên min ji  nû ve zindî dibin. Dema ev bîranîn zindî dibin, wê demê hêrsa min jî mezintir dibe. Gelek taxên Şirnexê hilweşandin. Tenê bi awayekê fîzîkî  ne xwestin tune bikin. Di heman demê de xwestin çand û hişmendiya wê jî tune bikin. Xwestên taxên me yên, me lê bazdayî û lîstî bi me bidin jibîrkirin. Xwestin ken û biranînên hevalên me bi me bidin jibîrkirin.” 
 
‘EM JIYANA WAN A DI NÎVÎ DE MAYÎ DIJÎN’
 
Bîrlîk, têkildarî lêpirsîna derbarê kuştina birayê wî hat vekirin de jî, axivî û wiha bi dawî kir: “Tu heviya me tuneye. Ji ber ku di bûyerên wiha de heya niha tu tişt bi encam nebûye û wijdana civakê rehet nekirine. Kesên ku navên wan di bûyerê de derbas dibin, li şûna ku ji peywirê bigirin, erke wan bilindtir kirin. Divê em edaletekê wijdanê ava bikin. Em bîranînên wan jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Encex bi vê yekê em karibin edaleta wijdanê ava bikin. Em jiyana wan a di nîvî de mayî dijîn. Heya ku rojek ji emrê me hebe, em wan bînin aqlê xwe û wisan bijîn. Tu biryar, dê tu carî êş û derdên me kêm nekin.”
 
 
POLÎS LI SER KAR E 
 
Wê demê Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, got “Tahkikat bi encam bû. 2 polisên ev vîdeo kişandin ji peywirê hatine girtin. Polîsên ku ji bo wan got “Ji peyvirê hatin menkirin" li Midûriyetên polîsan ên cuda niha li ser kar in. 
 
TENÊ ÎFADEYA 6 POLÎSAN HAT GIRTIN
 
Di 22'ê Sibatê de dozgeriyê xwest îfadeya polîsên bi navê A.G. û İ.A. yên li Nisêbînê erkdar bûn, bê stendin. Di 10'ê Sibata 2016'an de îfadeya polîs O. Ç., E. K., M.K. û Y.O. hat girtin. Li gorî polîsan analîza deng kir, tespît kirin ku polîsê çêr kiriye İ.A.A. ye. 
 
 
 

Sernavên din

04/10/2019
09:04 Sekretera Giştî ya ÇHD'ê Aslan: Pakêta darazê ji dubareyan pêk tê
09:03 Mizrakli: Divê meclîs li dijî qeyûman serî li sererastkirineke qanûnî bide
09:03 Şaredariya Hawêlê xwendekaran belaş dibe û tîne
09:03 Asya Abdullah: Konferansa Jinan a 3'emîn wê bibe bingeha Konferansa neteweyî a Kurdistanê
09:01 Bendergeha ewil a Mezopotamyayê ket bin ava bendavê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2019'AN
03/10/2019
16:06 Jin ji bo Tugçe derketin kolanan
15:45 Dozger ji bo qatilê Ecem Balci muebeta giran xwest
15:32 Walîtiyê aşkere kir: 2 eskerên birîndar mirin
15:21 Çima kes çalakiya vê dayikê nabîne?
15:02 Cendirmeyan li Siwêregê kesek binçav kir
14:50 Jina Kurd Zuhal Demîr bû Wezîra Dadê ya hikumeta Flamanê
14:50 Dorpêça Mexmûrê didome: Pitikeke din jiyana xwe ji dest da
14:14 Sezgîn: Di rojên pêş de wê di navbera Hewlêr û Bexdayê qeyran zêde bibe
14:07 Nobeta Demokrasiyê di roja 46’an de ye: Em ê qadan terk nekin
13:56 Nobeta Çiyayê Kazê di roja 70’iyan de ye: Projeyê rawestîn in
13:56 Avci: Qeyûm û zîhniyeta xwe dê bicihimin biçin
13:41 Şanoger Ferhad Feqî: Divê hunermend deriyê xayalên nû vekin
13:39 Heyeta KE bi hevşaredarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin re hevdîtin pêk anî
13:26 AYM'ê biryar da ku mafê Onder ê "azadiya ramanê" hatiye binpêkirin
13:25 Mirina Nadîra Kadirova di rojeva Meclîsê de ye
12:47 Li Amedê TOMA li otomobîlekê xist
12:33 Jinan piştî doza Uysaler daxuyani dan: Em destûr nadin bê ceza bimîne
12:32 Kovara kurdî "Zrîng" sibê dertê
12:14 Parêzerên Ocalan cara 14'an serlêdan kirin
12:11 Malbata ewil li ber HDP’ê rûnişt dawî li çalakiya xwe anî
11:59 Bernameya bîranîna kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan diyar bû
11:17 Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin
11:05 ‘Tevî krîzê û şer jî xwîner xwedî li pirtûkên kurdî derdikevin’
11:04 Dadgehê biryara midûrê 'tacîzkar' bi zorê bînin danişînê, da
10:26 HDP wê li dijî qeyûman li 7 navendan hevdîtinên gel ên bi girseyî li dar bixe
10:14 Dadgeha Îstînafê polîsê ‘tecawizkar’ berat kir
10:07 Dayik û bavê ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye hefteyek li ber HDP'ê hiştine
10:06 Demîr: Me 49 rojan şîn girt
09:21 Polîsan xwest li kafeyê stranên kurdî neyên guhdarkirin
09:20 Meryem Soylu: Keça min bû bûka Kurdistanê
09:20 Wê malbatên Roboskiyê di 8'emîn salvegera komkujiyê de bên darizandin!
09:19 ‘Li Rojhilata Navîn bêyî kurdan wê tu pirgirêk çareser nebin'
09:18 'Têkoşîna ji bo kedê, bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye'
09:18 Sêwîxaneya Ermeniyan bûye warê tiryakêşan!
09:17 Demsala mehsereyê didome
09:16 Ciwanê di binçavan de hat derbkirin: Nehiştin raporê wergirim
09:16 ‘Ji ber ku Erdogan ditirse Demîrtaş hat girtin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2019'AN
02/10/2019
17:25 Li dijî qeyûman kampanya îmzeyan hat destpêkirin
16:49 Sancar: Em ji bo hewldanek her kesî hembêz bikin amade ne
16:39 Meclis TV axaftina Kiliçdaroglû neweşand
16:19 Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: 126 rojnameger girtî ne
15:20 Li Amedê 4 bijîjkan ji kar derxistin
15:19 HDK'ê li Mêrsînê starta kampanya krîzê da
14:58 Nobeta Demokrasiyê di roja 45'an de berdewam kir
14:22 Cendirmeyan nehişt ku konê şînê vedin
13:52 Daneşîna Dayikên Aştiyê taloq bû
13:01 46 rojnameger rastî 138 sal û 7 meh ceza hatin
12:44 11 cenazeyên Goristana Xerzanê dê bidin malbatên wan
12:13 Dozger xwest 7 rojnameger bên cezakirin
11:29 Ozsoy: Heke Tirkiye bikeve Rojava wê xeletiyek mezin bike
11:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliylê serlêdan kirin
11:10 Mirina birayê xwe di bin binçavan de hîn kirin
10:45 Di ser kuştina Hacî Lokman re 4 sal derbas bûn hêj lêpirsîn bi encam nebûye
10:21 Walîtiya Şirnexê ji bo 15 rojan hemû çalakî qedexe kirin
10:12 Li saziyên dewletê yên Mêrdînê nelirêtî tê kirin
10:12 Folklora Me bi hejmara payîzê derket
09:56 Di salekê de ceyranê 5 caran, xaza xwezayî 5 caran zem xwar
Ceyran ji sedî 60, Xaza xwezayî ji sedî 50 zem xwar
09:33 Di dozên KCD'ê de beraata ewil
09:32 Wê Bendava Ilisû tesîrê li hespên kûvî jî bike
09:31 Guneş: Komîsyoneke ku kurd têde tune bin wê bi ser nekeve
09:31 Krîza di sektora înşeatê de didome
09:28 Erdemol: Behsa kurdan dikin, lê kurd têde tune nin
09:28 Dayikên Aştiyê bûn pêşengê Nobeta Demokrasiyê jî
09:27 Endamê HDP'ê yê sîxurtî lê hat ferzkirin: Ewlehiya min tune ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2019'AN
01/10/2019
21:21 Rewşenbîrê kurd Keremê Anqosî koça dawî kir
17:10 Jina nexweşa pençeşêrê hat berdan
16:38 Meclîsa Şaredariya Rezanê ji bo Ceylan Onkol biryar da
16:10 Kesên li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:09 Kermesa ku qeymeqam destûr neda, li pêş avahiya HDPê vekirin
15:54 Ji bo mirovê Şemiyê Şahîn merasima cenaze li dar xistin
15:41 Derbarê Leyla Guven de fezleke amade kirin
15:34 Îdîaya polîsên TEM'ê jî tev li lêgerîna kawîşan dibin
15:16 'Heke em bibin yek dê teqez bi serkevin'
15:00 Tifaqa Pêşverû Xelata Wêrekiya Siyasî dide Demirtaş
14:51 Gunay: Pêdivî bi darazek serbixwe heye
14:36 Sarisaç: Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be
14:24 Gefa kuştinê li serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal xwarin
14:02 Karkerên AKP'î ku ji kar hatin derxistin: Kesên me mexdûr kirin hilbijartiyên me ne
14:01 Îtîraza girtina Hevşaredarên Pasûrê hat redkirin
13:12 Lêçûna çekan dibe zem û ji bêrika gel derdikeve
13:00 Rojnameger Aykol: Bi hêviya nûçeyên xweş û bi wateme
12:36 Bavê Şahîn ê dibin çavan de hat windakirin jiyana xwe ji dest da
12:35 Di salek dawî de ceyran ji sedî 60 zem bû
12:21 DEDAŞ'ê ceyrana 6 yekîtiyên avdaniyê birîn
12:19 Rojnameger Osman Akin ji xala 301'an de hat darizandin
12:09 Qeyûmê Amedê xwe wek qeyûm tayînî GABB’ê jî kir
12:02 4 kes ji Partiya Şoreşger hatin binçavkirin
12:02 DMME'yê careke din Tirkiyeyê mehkûm kir
11:47 25 girtiyên siyasî sewqî Espiyê kirin: 3 girtî kirin hucrê
11:36 7 zarokên ku ji civayê bi bandor bûbûn ji beşa lênêrîna awarte derxistin
11:17 ÎHD: Bila Serokê şaxa me bê berdan
11:15 Zarokê ku ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî kekê xwe cinayet pêkanî derket dadgehê