ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, ji bo 15 rojan hemû çalakiyan kir bin destûra xwe û qedexe kir.
Walitiya Şirnexê, hemû çalakiyên ku tên plankirin li bajar bên lidarxistin, ji bo 15 rojan kir bin destûera xwe û qedexe kir. Walîtiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîska û hemû hurgiliyên qedexeyê di daxuyaniya xwe de parve kir. Balkêş e ji bo qedexekirin tu hincet nehatiye derpêşkirin.