NAVENDA NÛÇEYAN - Di serê cotmehê de ceyran ji sedî 15 zem bû. Di nava salek dawî de ceyran 5 caran û xaza xwezayî 5 caran zem bû.
Di nava salek dawî de ceyran û xaza xwezayî zem li ser zemê xwar û buha bû. Di 12 mehên dawî de ceyran 5 caran û xaza xwezayî 5 caran bi giştî 10 caran zem bû. Di 12 mehan de ceyran ji sedî 60 zem bû. Li gorî vê yekê zema hatiye ser ceyranê wiha ye:
Di 01'ê Tebaxa 2018'an de:
Li gorî daneyên fermî di tebaxa 2018'an de ji sedî 9 ceyrana xaniyan û ji sedî 14 jî ceyrana sanayiyê zem bû.
Di 01'ê Îlona 2018'an de
Di serê meha îlonê de ceyrana sanayiyê ji sedî 14, ceyrana xaniyan ji sedî 9 zêde bû.
Di 01'ê Cotmeha 2018'an de
Di 1'ê Cotmeha 2018'an de ceyran dîsa zem bû. Ceyrana xaniyan ji sedî 9, ceyrana sanayiyê jî ji sedî 18 zem bû.
Di 01'ê Tîrmeha 2019'an de
Di 1'ê Tîrmeha 2019'an de ceyran dîsa zem bû. Di serê meha tîrmehê de ceyran ji sedî 14.98 zem bû.
Di 01Dê Cotmeha 2019'an de dîsa zem bû
Herî dawî duh di 1'ê Cotmehê de ceyranê zema herî zêde xwar. Duh ceyran ji seadî 14,9 zem bû.
BI QASÎ CEYRANÊ XAZA XWEZAYÎ JÎ ZEM BÛ
Di 01'ê Tebaxa 2018'an de
BOTAŞ'ê di nava salekê de zem li ser zemê li xaza xwezayî zêde kir. Ji bo kargeriyê biçûk ji sedî 9, ji bo kargeriyên mezin ji sedî 14 xaza xwezayî zem kir.
Di 01'ê Îlona 2018'an de
Buhayê xaza xwezayî ji sedî 9 zem kirin.
BOTAŞ'ê di 01'ê Cotmeha 2018'an de xaza xwezayî ji bo xaniyan ji sedî 9'an, ji bo sanayiyê ji sedî 18.5 zem kir.
Di 31'ê Tebaxa 2019'an de
BOTAŞ'ê di 1'ê Tebaxê de ji bo xaniyan ji sedî 14,97, ji bo saniyê ji sedî 13,73 xaza xwezayî zem kir.
Di 31'ê tebaxa 2019'an de
Xaza xwezayî di dawiya Tebaxa 2019'an de ji sedî 14,90 zem kir. Di nava mehekê de ji sedî 32 zem kirin.