EDENE - Endamê HDP'ê Mûrat Argun ku kesên xwe wekî "îstixbaratvan" dan naskirin gef lê xwarin û sîxurtî lê ferzkirin, ji bo ewlehiya xwe û malbata xwe serî li ÎHD'ê da û doza alîkariyeke hiqûqî kir.
Endamê HDP'ê yê Komîsyona Taxa Huriyetê ya Edeneyê Mûrat Akgun, bilêv kir ku kesê xwe wekî "îstixbaratvan" dane naskirin gef lê xwarine. Argun, bilêv kir ku ev kesên navbirî gef lê xwarine û gotine, ew ê zirarekê bidin wî û malbata wî. Argun ji bo ewlehiya xwe û malbata xwe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da û doza alîkariyeke hiqûqî kir.
'EM WE HEMÛYAN DIŞOPÎNIN Û NAS DIKIN'
Argun, bilêv kir ku ev kesên navbirî bi wesayîteke bêplake du caran rêya wî birîne û bi çekên di ber xwe de gef lê xwarine. Argun, anî ziman ku ev kes jê re gotine: "Hûn xwe wekî ku di nav xebatên HDP'ê de cih digirin nîşan didin, lê belê hûn karekî din dikin. Li vira kî karê îllegal dike? Em ê te ji kar derxînin û tu yê ji niha û pê ve nikaribî li tu derê bixebitî. Em dibistana ku keça te diçê jî dizanin. Em bi îstixbaratê re dixebitin. Tu û hevalên xwe di bin navê HDP'ê de karên îllegal dikin. Em bi we hemûyan dizanin û nas dikin. Li vira wekî din kî karê îllegal dike? Ji bo me bixebite. An jê em ê te bibin. Em ê di nav 10 rojan de te bibin. Di dest me de dosyeyên te hene. Em ê te bigirin."
Argun, da zanîn ku ev kes jê re gotine "ger alîkariya me bikî" ji kar bigire heta xanî, ji wesayîtê bigire heta pereyan ew ê her tiştî bidinê. Argun, diyar kir ku hin kesan hin pirs jê kirine lê belê wî hemû red kirine û got: "Min got, ez ji van tiştan yekê jî qebûl nakim û min xwest careke din min nerihet nekin û min ji wan re got ger di dest we de derbarê min de delîlek hebe lêpirsînê bidin destpêkirin. Ev rewş tesîreke nebaş li derûniya min kir. Êdî gihaşt asta tacizê û mirov nikare bêje wê careke din neyê serê min. Derbarê ewlehiya min û malbata min de şik û guman li min peyda bûn."
MA / Hamdullah Kesen