* Endamê HDP'ê Mûrat Argun ku kesên xwe wekî "îstixbaratvan" dan naskirin gef lê xwarin û sîxurtî lê ferzkirin, ji bo ewlehiya xwe û malbata xwe serî li ÎHD'ê da û doza alîkariyeke hiqûqî kir.
* Dayikên Aştiyê ku di refê herî pêşî yên çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman de cihê xwe digirin, gotin ew ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe li qada ne.
* Rojnamevan-nivîskar Mûstafa Kemal Erdemol, bal kişand ser kêmbûna beşdarvanan a ji bo Konferansa Sûriyeyê ku CHP'ê li dar xistibû û got: "Li vira behsa meseleya kurdî tê kirin. Behsa Kurdistana Sûriyeyê, Kurdistana Iraqê û kurdên Tirkiyeyê tê kirin, lê belê tê de kurdek jî tuneye. Ev jî kêmasiyeke gelekî mezin e."
* Serokê Şaxa ÎMO ya Wanê Îsmet Bîlmez, da zanîn ku li bajêr sektora înşeatê 37 ji sedî kêm bûye û got, ev rewş tesîr li qadên din jî kiriye.
* Hîndekarê Beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweî ya Zanîngeha Open a Îngîltereyê Doç. Dr. Cengîz Guneş, ji bo Komîsyona Qanûna Bingehîn ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê hat avakirin got: "Komîsyoneke ku Rêveberiya Xweser daxilî wê neyê kirin wê bi ser nekeve."
* Bendava Ilisûyê ku dê Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî di bin avê de bihêle, dê tesîrê li hespên kûvî yên li herêmê jî bike.
* Bi tawanbariya ku KCD, "Parlementoya Bakurê Kurdistanê ye", gelek doz hatibûn vekirin. Lê belê Parêzer Ferîde Laçîn ku ji ber çalakiyên KCD'ê bi îdiaya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" dihat darizandin beraat kir.
* Danişîna doza 7 rojnamegerên ku nûçeya bi ser navê “Navê dagirkeriyê ‘Bayrak 12, Navê sereke Musa Çitil” parve kirin û der barê wan de doz hat vekirin wê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00)
* Ziyaretên HDP'ê yên li ser Pakêta Darazê, Îtîfaqa Demokratîk û Makeqanûna Demokratîk di pêşengiya Wekîlê Serokê Meclîsê Mithat Sancar de berdewam dike. Heyet wê îro Federasyona Komeleyên Elewî ziyaret bike. (11.00)
* Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina Qeyûman wê li Wan, Amed û Mêrdînê di roja 45'an de berdewam bike. (11.00-13.00)
* Şaxa SES'ê ya Amedê û Odeya Tabiban a Amedê wê li pêş Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê têkildarî binpêkirina mafên hekîman daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Dayikên Harbiyeyî wê bi tevlêbûna parlamenteran li Deriyê Meclisê yê Dikmenê kom bibin. (13.00)