AMED – Jinên HDP’î, ji bo balê bikişînin ser tundî û zexta li ser jinan; xwestin li Parka Rojava kermes vekin. Lê polîsan destûr nedan ku jin kermesê vekin. Li ser vê yekê jinan kermesa xwe bar kirin û anîn li pêş avahiya HDP'ê ya Peyasê vekirin.
Jinên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê bi boneya balê bikişînin ser tundî û zexta li ser jinan xwestin li Parka Rojava kermesê vekin. Lê polîsan bi hinceta destûra Qeymeqama Peyasê tune dest<ûr nedan jin kermesê vekin. Li ser astengiya polîsan jinên HDP'î kermasa xwe ji Parka Rojava rakirin û anîn li pêş avahiya HDP'ê ya Peyasê vekirin. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Dersim Dag jî di navde gelek endam û rêveber tev li kermesê bûn. Jinan di kermesê de navê jinên ku hatine qetilkirin bi avahiya HDP'ê ve daliqandin û wekî remz 4 cotên pêlavan danîn pêş derî. Jinan di kermesê de xwarina li malê çêkirine û berhemên destan dan pêşandan. Rêveberiya HDP'e ya Peyasê Meryem Suna, bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: "Duh destûr dan îro destûr nedan. Biryara destûrê bi rêya postê teblig ji wan re şandiye û hêj negihiştiye destê wan."