STENBOL – Li Stenbolê ji bo bavê Îsmail Şahînê di bin çavan de hat windakirin, Halîl Şahîn ê şevê din jiyana xwe ji dest da, merasima cenaze li dar xistin. Cenazeyê Şahîn wê di saetên êvarî de bişînin Sêwasê.
Îsmaîl Şahîn ê 36 salî, dema di Şaredariya Beyoglu ya Stenbolê de kar dikir, di 18'ê Çileya 1996'an de hat binçavkirin û windakirin. Bavê Îsmaîl Şahîn, Halîl Şahîn, şevê din jiyana xwe ji dest dan. Ji bo cenazeyê Şahin li Cemxaneya Hacî Bektaşî Celî ya Okmeydani merasim hat li dar xistin. Di merasima cenaze de Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê heqê xwe li wî helal kirin. Cenazeyê Şahîn pişti merasimê wê bişînin bajarê wî Sêwasê û li wir defin bikin.