BÛRSA - Parêzeran diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, polîsên TEM'ê uniformayê cendirmeyan li xwe kirine û tev li lêgerîna kawîşan bûne.
Zext û tundiya li ser girtiyan zêde dibin. Parêzerên girtiyan diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di 25'ê Îlonê de li kawîşan lêgerîna rûtin hatiye kirin û di vê lêgerînê de polîsên şaxa TEM'ê jî tev li lêgerîne bûne. Parêzeran diyar kirin ku polîsên TEM'ê uniformayê cendirmeyan li xwe kirine û tev li lêgerîna kawîşan bûne. Hin girtiyan diyar kirin ku di lêgerînê de polîsên ku ew binçav kirine û ketine lêpirsîna wan jî tev lêgerînê bûne. Parêzeran anîn ziman ku rewşek wisa li dijî rêzikname û hiqûqa girtîgehê ye. Parêzeran anîn ziman ku li lêgerînê de neheqî li girtî Serhat Sezgin kirine û gotine "Hûn tev kalleş in. Dema hûn derkevin emê we li derve bibînin." û gef li girtiyan xwarine.
Parêzeran da zanîn ku polîsên TEM'ê yên tev li lêgerinê bûn, gef li girtiyan xwarine û rêveberiya girtîgehê jî gotiye 'Erka me ya lêpirsîna wan tune ye. Ew çi bixwazin dikarin bikin' Girtî Îdrîs Başaran bi parêzeran re ev agahî parve kir: "Bi armanca provokasyonê nêzik dibin. Dixwazin bûyer derkeve. Dixwaze cezayê disiplînê bidin me."
Rayedarê girtîgehê ji diyar kirin ku îdîayên Mesut Altuntaş ne rast in û diyar kirin ku li girtîgehê lêgerîna rûtin heye.