ENQERE - Tifaqa Pêşverû ya Navneteweyî, dê îsal Xelata Wêrekiya Siyasî ya Sala 2019'an bide Hevserokê Berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş.
Hat ragihandin ku Tifaqa Pêşverû ya Navneteweyî (Progressive Alliance) ku navenda wê li Almanyayê ye, biryar daye ku Xelata Wêrekiya Siyasî ya 2019'an bide Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş. Berpirsê Tekiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy têkildarî mijarê diyar kir ku dê Tifaqa Pêşverû di 15'ê Mijdarê de di civîna xwe ya li Stockholmê de xelatê bide Demirtaş.
Tifaqa Pêşverû, 6 sal berê di sala 2013'an de ji aliyê partî û komeleyên sosyal demokrat ên 140 welatan ve hat avakirin.