MÊRDÎN - Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebu Gunay, di Nobeta Demokrasiyê ya 44 rojin li Mêrdînê dewam dike de axivî û got: “Îro pêdiviya me bi darazek serbixwe heye.”
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm li Wan, Amed û Mêrdînê dest pê kir di roja 44’anm de li Mêrdînê dewam kir. Nobet li ber avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Polîsan dîsa avahiya partiyê kirin dorpêçê.
Ligel vê jî, girse li ber avahiya partiyê kom bû û bi vekirina pankarta “Vîna gel nayê xesp kirin” dest bi Nobeta Demokrasiyê kirin. Girseyê bênavber li çepikan xist, dirûşme berz kirin û strana “Lê dînê” ya aydê Herêma Serhed weke “Em li hemberî qeyûm têdikoşin” gotin.
'QEYÛM ÊRÎŞA LI SER DESTKEFTIYÊN JINAN E'
Piştî çalakiya rûniştinê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay daxuyaniya îro da. Gunay, diyar ki ku 44 rojin Nobeta wan a Demokrasiyê dewam dike û wiha axivî: “Emê heya dawiyê mafê xwe biparêzin û vîna rast gel derxin holê. Qeyûm tu carî nikarin şaredariyan bi rêve bibin. Bi tayînkirina qeyûm pêşiya xespê, talan, nelirêtî, tacîz û tecawîzên jinan vekirin. Bi taybetî qeyûm êrîşa li ser destkeftiyên jinan e.”
Gunay, bal kişand ser “Paketa Reformê ya Darazê” ya îro di rojeva Meclîsê de ye û wiha bilêv kir: “Divê pêşiya demokrasiyek rast, darazek rast, pergaleke adîlane û darazek wekhev bê vekirin. Îro pêdivaiya me bi darazek serbixwe heye.”
Gunay, di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina HDP’ê li raya giştî kir. Çalakî piştî axaftina Gunay bi berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê me qezenc bikin” bi dawî bû.