STENBOL - Karkerên AKP'î ku piştî hilbijartinê bi awayekî lez û bez ji karê xwe yê Şaredariya Uskudarê hatin derxistin, li pêşiya Şaredariya Uskudarê bertekên xwe bi vê gotinê "Kesên me mexdûr kirin hilbijartiyên me ne" anîn ziman.
Piştî hilbijartinên dubarekirî yên Stenbolê di 23'ê Tebaxê de 150 karker ji Şaredariya Uskudarê ya AKP'ê ji kar hatin derxistin. Karkerên AKP'î ku ji kar hatin derxistin li ber Şaredariya Uskudarê çalakiyek li dar xistin. Karkeran di çalakiyê de dovîzên ku li ser wan "Em karê xwe dixwazin" nivîsandîbû hilgirtin û bertek nîşanî derxistina xwe ya ji kar dan. Endamên Meclisê yên Şaredariyê yên CHP'î û endamên Komeleya Piştevaniya Karkeran a Karkerên Cargillê jî piştgirî dan karkeran.
'BI AWAYEKÎ KEYFÎ ME JI KAR DERXISTIN'
Li ser navê karkeran karker Mûstafa Kasap daxuyanî da û diyar kir ku ji damezrandina AKP'ê heta niha piştgirî dane AKP'ê û wiha got: "Em 18 salan bi şev û roj di têşkîlatên AKP'ê de xebitîn. Dawiya hefteyan li şûna ku bi malbatên xwe re dem derbas bikin, em tevlî bernameyên AKP'ê dibûn. Di demên hilbijartinan de jî me alên herî bilind dadileqand. Yên ku di 15'ê Tîrmehê de kefên li xwe kirin û beziyan piran em bûn. Lê îro bi awayekî keyfî dawî li karê me anîn."
'EM ÇI ZANIBÛN KU DILSOZÎ HETA SEMTEKÊ YE'
Kasap di berdewamê de jî axaftina xwe ya bi gazind wiha domand: "Em çi zanibûn ku dilsozî tenê semtekê ye. Em ji kur zanibûn ku dê dostanî û biratî di kêliyekê de ji holê bê rakirin. Em ji kur zanibûn ku em ê ji aliyê dostên xwe ve bên mexdûrkirin. Belê em ê mezdûr in. Kesên me mexdûr kirin hilbijartiyên me ne. Şaredarê me yê Uskudarê ye. Bi vî awayî em jî tevkî karwan bêkaran bûn. Em ji karê xwe bûn lê hilbijartiyên bi awayekî luks dijîn. Ev yek jî xemgîniya me zêdetir dike."
'AQÛBETA ANAVATANÊ LI PÊŞIYA AKP'Ê YE'
Kasap di dawiya axaftina xwe de bang li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir û ev tişt anî ziman: "Heke endamên partiyê xwe neguherînin û nelirêtî û gendeliya ku dikin berdewam bikin dê aqûbeta Partiya Anavatanê li pêşiya AKP'ê ye jî. Divê şaredarê Uskudarê careke din bifikire. Şaredariyên AKP'ê difikirin ku karkerên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatine derxistin bigirin kar. Wezîr û sendîkayên ku piştgiriya van karkeran dikin çima gelo piştgirî me karkerên Şaredariya Uskudarê nakin û li me xwedî dernakevin. Em dixwazin ku li me xwedî bê derketin û me bigirin karê me. Qe nebe bila partiya ku me 18 salan jê re xizmet kir, merhemetê li zarokên me yên li malê benda loqekî nan in bike."