RIHA - DEDAŞ'ê bi hinceta ku deynê xwe nedane razandin, ceyrana 6 yekîtiyên avdaniyê birîn.
Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê, rgihand ku li Rihayê ceyrana 6 yekîtiyên avdaniyê birîne. Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê hat dayîn de weke hinceta birîna ceyranê jî nerazandina 342 milyon lîra deyn hat nîşandin. Şîrketê angaşt kir ku deynê GAP, Sevîmlî, Tatarhuyuk, Topçû Gundaş, Yalinli Onortak û Guzelyûrt ên yekîtiyên avdaniyê 342 milyon lîra ye.
Li aliyê din hat hînbûn ku li Rihayê 25 yekitiyên avdaniyê hene û bi giştî deynê wan ê ji bo DEDAŞ'ê 464 milyon û 403 hezar û 374 lira ye.