STENBOL - Rojnameger Osman Akin ji ber manşeta rojnameyê ya bi sernavê "Li Girtiyên Efrînî zulim kirin" ji xala 301'an de doz hat vekirin. Yekemîn danişîna doza Osman Akin hat dîtin.
Yekemîn danişina doza Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat dîtin. Akin ku ji ber manşeta rojnameyê ya "Li Girtiyên Efrînê zulim kirin" ji xala TCK'ê ya 301'an doz hat vekirin, derket pêşberî dadger. Akin û parêzerê xwe Ozcan Kiliç tev li danişînê bûn. Akin parastin kir û diyar kir ku nûçe ji aliyê Ajansa Mezapotamya ve hat weşandin û ji ber nirxê nûçeyê hebû,weşandiye. Akin da zanîn ku ev nûçe ne sûc e.
Prz. Ozcan Kiliç jî anî ziman ku sucdarî ne şênber e û wiha got: "Ez bawer dikin ku ev nûçe ne sûc e. Tişteki razber e. Li vir rêxistinkirin tune ye. Em ji bo parastinê demê dixwazin. "
Heyetê piştî parastinê danişîna dozê taloqî 9'ê Cotmeha 2019'an kir.