ÇEWLIK - Li Çewlikê, 7 zarokên ku ji civaya ku li dibistanê vekirî hatibû hiştin, bi bandor bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyê, ji beşa lênêrîna awarte derxistin serwîsa asayî.
Tedawiya 100 kesên ku di 16'ê Îlonê de li dibistana Seretayî ya Sancakê ya Çewlikê ji civaya ku vekirî hatibû hiştin bi bandor bûbûn, didome. 7 zarokên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê û Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekîn a Xarpêtê tedawî didîtin, ji beşa beşa lênêrîna awarte derxistin serwîsa asayî û sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan û Zayîna Jinan a Çewlikê hatin kirin. Hat ragihandin ku rewşa her heft zarokan jî baş e û li gorî encamên ku roja înê bên girtin dê tabûrcî bibin.
Li aliyê din hat hînbûn ku tedawiya 5 mamoste û zarokên din li Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekîn a Xarpêtê û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan û Zayîna Jinan a Çewlikê didome.