ENQERE – Navenda Giştî ya ÎHD'ê bertek nîşanî girtina Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dersîmê Gurbuz Solmaz da û xwest serokê wan bê berdan.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî girtina Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz daxuyaniya nivîski weşand. ÎHD'ê di daxuyaniyê de bertek nîşanî girtina Gurbuz Solmaz da û wiha got: "Di serdema hevserokatiya ÎHD û SES'ê de beşdarî civîn û daxuyaniyên çapemeniyê bûye. Tevlêbûna van daxuyaniyan ji wî pirsî ye. Ev daxuyanî wekî "li dijî zagonê" pênase kirine. Li Tirkiyeyê di qada demokratîk de her kes dikare bêyî destûrê bistîne daxuyaniyê bidin û civîna çapemeniyê li dar bixin. Her kes dikare civînên aştiyane li dar bixe. Lê li Tirkiyeyê îktîdara siyasî TMK’ê bi awayekî xerab dixe meriyetê û kesan tawanbar dike.
ÎHD'ê bertek nîşanî girtina Serokê ÎHD'ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz da û xwest li bez serbest bê berdan.