STENBOL - Daneşîna yekemîn a zarok D.K. ku ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî kekê xwe Ahmet Basrav (27) kuştibû, hat dîtin.
Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê, di meha nîsanê de zarokê bi navê D.K. (17) ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî kekê xwe, welatiyê bi navê Ahmet Basrav kuştibû û hatibû girtin, Daneşîna doza ku lê D.K. hatibû vekirin, li 2'emîn Dadgeha Zarokan a Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. D.K. ku bi sûcê "kuştina bi zanebûn" doz lê hatibû vekirin, di parastina xwe de ev tişt got: "Kekê min û kuştî bi hev re dikana pîde dixebitandin. Dama ku kekê min bi xwarziyê min re diaxivî, tiştên ku hatibûn serî wî vedigot û min jî bihîst. Min dît ku kekê min digirî. Min ji pirsî, ji min re got ku ji aliyê kuştî ve rastî îstîsmara zayendî hatiye. Dema ku min ev yek bihîst, çûm cem kuştî, min jê jî pirsî. Ji min re got ku dê heman tiştî bînim serê min jî û êrîşî min kir. Min jî paşê xwe winda kir."
Malbata kuştî diyar kirin ku ji D.K. gilîker in. Parêzerê malbatê Şehmûz Ûgûr jî angaşt kir ku bûyera îstîsmara zayendî ne rast e û beriya bûyerê bersûc li cihê bûyerê lêkolîn kiriye û amadekariya cînayetê kiriye.
Parêzerê D.K Abdî Yaşar jî destnîşan kir ku giliya kekê bersûc a îstîsmara zayendî heye û daxwaz kir ku her du dosya bên yekkirin û M.K ku rastî îstîsmara zayendî hatiye jî bê guhdarkirin.
Piştî van daxuyaniyan daneşîna dozê hat taloqkirin.