* Rojnameger Musa Ozugurlu Konferansa CHP'ê ya Sûriyeyê nirxand û wiha got: "Heta niha civînên Astana, Soçi, Cenevre û di bin baneyê Neteweyên Yekbûyî de hatin li dar xistin. Lê heta niha hêz û aliyên li qadê tev li van civînan nebin encam nagire.
* Unal Demîr ku dema li gundê xwe çîkil berhev dikirin pêl mayînê kir û lingekî wî jê bû, ji ber rewşa aborî nikare proteza xwe biguherîne. Demîr, ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.
* Berfîn Ozek ku Casim Ozan Çeltîk kezav avêtibû ser çavê wê, bilêv kir ku bi piştevaniya jinan êdî dikare dakeve kuçeyan û hêviya başbûnê lê peyda bûye.
* Reyhan Temel (56) ku bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin û piştî 102 rojan hat berdan, got: "Li girtîgehê ez û kurê xwe bi qasî dengekî nêzî hev bûn, lê belê me nikaribû hev du bibîne."
* Li Rihayê, 27 karker ji ber endamên sendîkayê bûn ji karê xwe yê muayenekirina wesayîtan a TUVTURK'ê hatibûn avêtin. Paşê karker ji bo vegerin ser karên xwe doz vekiribûn. 2 karker di dozê de bi ser ketin.
* Wê ji ber Bendava Ilisûyê, şikeftên dîrokî, 2 hezar gor, tirbe û erdên çandiniyê yên mezrika Bêdayê di bin avê de bimînin. Şêniyê mezrikê Hecî Şukru Kara, got: "Bav û kalên me di vê şikeftê de çê bûn û mezin bûn. Em jî li vira çê bûne û em dixwazin li vira bimirin."
* Mamosteyê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Erdal Gezîcî, got: "Bivê nevêya aştiyê azadiya zimanê kurdî ye."
* Li Bodrûmê, ji bo tunela ku hat diyarkirin wê 20 kîlometre be, qadeke daristanî ya 5 milyon metrekare dewrî xezîneyê hatiye kirin. Ekolojîst Mîr Bahattîn Demîr, got bêhn li navçeyê hatiye çikandin.
* Li Pirsûsa Rihayê Îbrahîm Halîl Akkûşê 70 salî, ji bo xwezayeke hêşîn şitlên bi xwe çandine belaş belav dike. Akkûş, bilêv kir ku mirov bi qirêjkirina xwezayê re bi destê xwe gora xwe dikolin û got: "Divê em xwedî li vê cîhanê derkevin, derdorê qirêj nekin."
* Pirtûka nû ya helbestvan Berken Bereh "Çemê Baranê" li Pêşangeha Pirtûkan a 7'an a Amedê ye. Bereh ku 40 sal in daye ser rêya helbestê, ji bo pêwendiya di navbera xwe û helbestê de dibêje: "Helbest ji bo min ew war e ku Berken dibe Berken."
* Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûm wê li Wan, Amed û Mêrdînê berdewam bike. (13.00)