AMED - Ji 4 cenazeyên HPG’yiyên ku di şerê di 3’yê Hezîranê de li çoltera Licê qewimîbû de jiyana xwe ji dest dan, 2 jê piştî 4 mehan radestî malbatan kirin.
Li çoltera Taxa Bayirli ya navçeya Lîcê ya Amedê, di 2’yê Hezîranê de operasyoneke leşkerî çê bûbû. Di çaçroveya vê operasyonê de di navbera leşker û HPG'iyan de di 3’yê Hezîranê de şerek qewimî. Di vî şerî de 4 HPG'î jiyana xwe ji dest dabûn. Ji cenazeyên 4 HPG’yiyên ku jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê Omer Demîr (Serhildan Mazî) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) piştî 4 mehan radestî malbata kirin. Malbat îro danê sibehê serî li Dozgeriya Amedê dan û piştî dozgeriyê ji bo wergirtina cenazeyan biryar da malbat şandin Fermandariya Cendermeyan a Amedê. Fermandariyê jî ji malbatan re got, ew ê tenê du cenazeyan bidin û yên din jî sibê serê sibehê. Piştî vê biryarê malbat ji bo wergirtina cenazeyan Nexweşxaneyê Perwerde û Lekolînê ya Gazî Yaşargîlê. Malbatan saet di 18.30'yê êvarî de cenaze girtin û di bin kontrola polîsan de ber bi Goristana Yenîkoyê ve birin. Malbat û bi dehan welatî piştî wecîbeyên olî cenaze spartin axê. Malbatan diyar kir ku di dema veşartina cenazeyan de goristan ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin.
Malbat û welatiyên ku cenaze spartin axê pişt re belav bûn.
ÇI QEWIMÎBÛ?
Cenazeyên Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok), Abdullah Tûrhan (Reber Amed), Omer Demîr (Serhildan Mazî) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) ên HPG’yî 44 rojan li herêma operasyon hatibûn rawestandin. Malbat û gel piştî 44 rojan çûbûn herêmê û cenaze ji herêma operasyonê wergirtibûn. Piştî 44 rojan cenaze ji bo otopsiyê anîbûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Piştî malbatan ji bo testa DNA’ê xwîn dan vê carê cenaze şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Dozger di 27’ê Îlonê de li malbatan geriyabû û diyar kiribû ku testa DNA’yê ya malbatan diyar bûye. Piştî testa DNA diyar bû, di 27’ê Îlonê de cenaze bi kargoya balafirê şandibûn Amedê. Cenaze di 28’ê Îlonê de gihiştibûn Amedê. Li vir li şûna cenazeyan bidin malbatan raste rast cenaze şandibûn Morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê. Malbat ji bo cenaze bigirin çûbûn serî li dozgeriya Komarê ya Amedê dabûn û dozgeriyê jî vê carê ew şandibûn Fermandariya Cendirmeyan a Peyasê. Malbatên ku çûbûn fermandariya cendirmeyan, fermandariyêpêşî ji wan re gotibû ‘em ê cenazeyan piştî nîvro bidin. Dema malbat li ser vê yeke çûbûn pêş nexweşxaneyê û heta êvarî li ber nexweşxaneyê rawesti bûn vê carê rayedarên eskeriyê ji malbatan re goti bûn “Emê di nava hefteyê de cenazeyên we bidin we.”