STENBOL – Endama Meclîsa Jinan a KÎD’ê Suhayla Înal êrîşa li dijî goristanan nirxand û wiha got: “Kesên xwe bi îslamê arî dikin, sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin.”
Endama Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Suhayla Înal texrîbkirina goristanên ku gorên PKK’yiyan lê ne nirxand. Înal, diyar kir ku kesên xwe bi îslamê arî dikin, sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin û wiha got: “Êrîşa li hemberî goristan û miriyan feraseta tarîtî û serdema cahiliyeyê ye. Di heman demê de berdewamiya feraseta Emewiya seltenatvan e.”
Înal, got ku li hemberî gelê kurd polîtîkayeke taybet tê meşandin û ev yek xwe dispêre demeke kevn û ev tişt gotin: “Hemû daxwazên mafdariyî yên gelê kurd bi çewisandin û zilmê re rû bi rû man. Dersim, Zîlan, Darbeya 12’ê Îlonê mînakê vê yekê ne. Yên niha tên kirin jî berdewamiya van komkujiyan e.” Înal, dest nîşan kir ku ev polîtîkayên komkujîner dijî mafên mirovan e û di îslamiyetê de cihê wan tune ye.”
Înal, diyar kir ku sedema komkujiyên ku li welatên îslamî pêk tên ji ber bi awayekî rast nefêmkirina ji Qur’anê ye û rêveber ayetan li gor berjewendiyên xwe şîrove dikin. Înal wiha got: “Rêveber û pêşengên ku dibêjin ‘Herî zêde em di şopa pêxember de diçin. Em ji ummeta wî ne’ îro komkujiyên herî mezin pêk tînin. Di her axaftinên xwe de behsa nirxên îslamê dikin, kesên di dest wan de Qur’an û di mîtîngan de derdikevin li jêrzemînan mirov bi saxî kuştin. Cenazeyê kesên wek Dayika Taybetê bi rojan li nêv kuçeyê ma û li hemberî vê xwe li nedîtiyê danîn.”
‘DI OLA ÎSLAMÊ DE LI HEMBERÎ TU MIRIYÎ BÊRÊZÎ TUNE YE’
Înal, anî ziman ku wê êrîşên li hemberî goristanan wek lekeye reş di dîroka mirovahiyê de bê nivîsandin û ev tişt gotin: “Di ola îslamê de li hemberî tu miriyan bêrêzîtî tune ye. Dema cenazeyê cihuyekî derbas bûye, Pêxemberê me ji ber rêza xwe ya ji bo cenaze rabûye ser piyan. Lê li xaka me ew qas kîn û nefret zêde bûye ku, êdî êrîşî cenazeyan jî tê kirin. Texrîbkirina goristanan têr nake, bi ser de hestiyên miriyan tên dizîn û zirarê didin wan. Goristan tên bombebarankirin, kêlik tên şikandin. Pêxemberê me dibêje ‘zirara ku bigihê hestiyê mirî û ya bigihê zindiyekî heman tişt e.’”
Înal gotinên Hz. Muhammed ên “Ha hûn li ser kevirên gorekê rûniştine, ha hûn li ser agir rûniştine” bi bîr xistin û got divê bi tu awayî zirar negihîje goran.
‘QANÛNA XWE BIN PÊ DIKE’
Înal, diyar kir ku li vê xakê êrîşên li hemberî gor û goristanan bûye perçeyeke ji şer û bi vî awayî şerê derûniyî tê birêvebirin. Înal dest nîşan kir ku hikûmet li gor qanûnên xwe jî tev nagere û wiha domand: “Di madeya 153’yemîn a Qanûna Cezayî ya Tirkî de wiha dinivîse; ‘Kesên zirarê bidin îbadetxaneyan, goristan û tesîsên li dor wan, wê di navbera 1-4 salan de bi cezayê girtîgehê bên cezakirin.’” Ev pergal bereksê qanûnên xwe tev digere. Ev pergala ku berkesê bawerî û mirovahiyê tev digere bi tu awayî nayê taswîpkirin.”
‘LI HEMBERÎ ZILMÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Înal balê kişand ser pêwendiya di navbera îslam û aştiyê de jî û ev tişt gotin: “Dûrketina ji aştiyê di heman demê de dûrketina ji îslamiyetê ye. Çimkî peyva îslamê bi xwe tê wateya aştiyê.”
Înal, got ku ew KÎD li dijî vê ferasetê têdikoşin û wiha domand: “Divê em îro ji bo kesên bi zilmê re rû bi rû dimînin dengê xwe bilind bikin. Xwedê musade daye ku em li dijî zilmê derkevin. Divê em li hemberî zilmê wek şeytanê bêdeng tev negerin. Di îslamiyetê de li kuçeyan bi erdê kişandina cenazeyan, tazîkirina wan, rawestandina wan a li nêv kuçeyan tune ye. Ev pêkanîn asta herî bilind a faşizm û wehşetê ye û tu eleqeya wan bi îslamiyetê re tune ye.”