MÊRDÎN – Piştî biryara jihevcudakirinê, di danişîna îro ya Doza Nisêbînê de li 5 zarokan serê kesekî 35 sal ceza hat birîn. Her wiha yek jê zarok doza 3 kesan jî hat taloqkirin.
Di dema qedexekirina derve ya li Nisêbîna Mêrdînê, di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Piştî du dozên hatibûn kirin ji hev hatin cudakirin, danişînên dozan didomin. Di danişîna îro ya li dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê de 6 jê zarok 8 kes derketin pêşberî dadger.
Ewil danişîna Şukru Aybek ku temenê wî di biniya 18 salan de ye, pêk hat. Aybek tevî parêzerê tev li danişînê bû. Di danişînê de Aybek, diyar kir ku gava ji Nisêbînê hatine derxistin hatine îşkencekirin û bi îşkenceyê îfade pê hatine îmzekirin. Aybek, destnîşan kir ku ew îfadeyên pê hatine îmzekirin qebûl nake û got: "Ez ne van îdiayan ne jî cezayê hûn dibirin qebûl nakim." Piştî parêziya Aybek, ji bo aşkerekirina biryarê danişîn taloqî 8'ê Cotmehê kir.
35 SAL CEZA
Paşê danişîna Hêja Algan a di biniya 18 salan de pêk hat. Aglan tevî parêzerê xwe tev li danişînê bû. Paarêzer ji bo parêziyê doza demê kir, lê belê heyeta dadgehê daxwaza parêzer qebûl nekir. Li ser vê parêzerê Aglanê ji ewyana danişînêd erket. Aglanê ji heyeta dadgehê xwest wêneyên berê hatine nîşandan dîsa bên nîşandan. Algan, bilêv kir ku a di wêne de ew e û got, îfadeyên derbarê wê de hatine dayîn qebûl nake. Heyeta dadgehê li Algana ku got "ji ber em kurd in em tên darizandin" 35 sal ceza li Alganê birî.
Dû re danişîna Emre Topçûoglû pêk hat. Topçûoglû jî destnîşan kir ku tu hêviyekî wî ji dadgehê tune ye. Dadgehê pêşî cezayê muebetê li Topçûoglû birî û paşê ji ber gava bûyer pêk hatiye Topçûoglû zarok bûye cezayê muebtê xera kir 35 sal ceza lê birî. Her wiha dadgehê li Baran eman, Çeçan Kîlkaya û Dîlan Aslan a di biniya 18 salan de jî 35 sal ceza birî.
Dadgehê danişîna Bayram Sevgîn û Hatîp Oyman taloqî 9'ê Cotmehê kir.