ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku ji dozek Şirnexê dihat darizandin xwest derkeve pêşberî dadger û tevlêbûna bi SEGBÎS'ê red kir. Parêzerên Demîrtaş jî xwest heyeta dadgehê bên guhertin û reda dadger xwest.
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li 44'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê hat dîtin. Demirtaş dema Hevserokê Giştî ya BDP'ê bû di 27'ê Kanûna 2013'an de li Şirnexê tev li şahiyekê bûbû û ji ber axaftina xwe doz li wî hat vekirin. Dozgerê Komarê yê Şirnexê bi îdîaya Demîrtaş li dijî xala 2911'an deketiye doz vekiribû. Demîrtaş ku xwestibû derkeve pêşberî dadger daxwaza wî nehatibû qebûlkirin. Heyetê xwest Demîrtaş bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe. Demîrtaş tevlêbûna bi SEGBİS'ê red kir û tev li danişînê nebû. Parêzerên Demîrtaş jî xwestin heyeta dadgehê bê guhertin û reda dadger xwest. Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 7'ê Cotmehê kir.