ENQERE – Li navçeya Mamakê otobusa gel a taybet ji kontrolê derket û li rawestgehê qelibî. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Mamakê ya Enqereyê otobusa gel a taybet ji kontrolê derket û li rawestgehê qelibî û welatî birîndar bûn. Piştî ku welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyan hat diyarkirin ku 3 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Welatiyên birîndar li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.