AMED - Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Kahramaban ê beşdarî Nobeta Demokrasiyê bû, diyar kir ku kurd xwedî gevneşopiya berxwedana Şêx Saîd û Seyît Riza ne û got: “Me tu carî ji vê kevneşopiyê gav paşve ne avêt û em ê paşve ne avêjin.”
Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê di roja 43’yan de berdewam kir. Çalakî li Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, parlementerên HDP’ê, hevşaredar û endamên meclîsê yên 17 bajaran, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA, rêxistinên ciwanan û gelek welatî beşdarî nobeta îro bûn. Girseyê di nobetê de dirûşme berz kirin û li çepikan xistin. Dûre daxuyanî hat dayîn.
BANGA PIŞTGIRIYÊ KIRIN
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, daxuyanî da û got: “Heya ku qeyûm herin emê berxwedana xwe dewam bikin. Em bang li gel dikin ku li dora vê berxwedanê bibin xelek. HDP’ê kampanya dabû dest pêkirin û eleqeyek mezin ji bo kampanyayê heye.”
‘WÊ QEYÛM HERIN’
Hevşaredarê HDP’ê yê Colemêrgê Cîhan Kahraman jî, li ser navê hevşaredarên beşdarî nobetê bûn axivî û wiha bilêv kir: “Îro 43 rojin berxwedan dewam dike. Di dîroka berxwedana gelê Kurd de, kevneşopiyeke berxwedanê ya Şêx Saîd û Seyît Riza heye. Vê kevneşopiyê tu carî gav paşve ne avêt. Wê ne avêje. Niha jî em li dijî qeyûman li ber xwe didin û emê tu carî paşve gav ne avêjin. Qeyûm wê teqez herin.”
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’
Endama Meclîsa HDP’ê Mûkaddes Erdogan Çelik jî, da zanîn ku li dijî vîna gelê Kurd bêtehemuliyek heye û wiha got: “Tayînkirina qeyûm pirsgirêka hemû jin, karker û gelane. Divê li dijî vê têkoşîna hevpar bê bi rêve birin. Ji bo vê yekê em bang dikin.”
‘BERXWEDANA ME WÊ BI SER BIKEVE’
Parlementera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz jî, dest nîşan kir ku ew ji bo demokrasiyê ev 43 rojin li qadane û wiha bilêv kir: “Li dijî polîtîkayên êrîşan ên sedsalan berxwedan dewam dike. Yên ku qeyûm tayînî vîna me kirin, bûn sedema kuştina mirovan. Tenê bi wesayîtên zirxî bi dehan mirov kuştin. Gelê Kurd îro bi hev re têkoşîna jiyanê dide û gelên Tirkiyeyê dadikevin qadan û piştgiriyê dide. Ev pir girînge. Teqez wê berxwedana me bi ser bikeve.”
Piştî axaftinên hatin kirin, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.