AGIRÎ - Rayedarên Girtîgeha Tipa F a Hêjmar 2 a Koçaelî hem daxwaza Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy a tevlêbûna merasima cenazeyê birayê wî red kir û hem jî 4. 820.00 Tl heqê rê ji hesabê wî yê li girtîgehê birîn. Parlamenterê HDP'ê ylê Agiriyê Abdullah Koç, sedema vê yekê ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî û xwest bibersivîne.
Parlamenterê HDP'ê yê Serdema 24'an Halîl Aksoy ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kocaeliyê piştî birayê wî jiyana xwe ji dest da, xwest beşdari merasima cenazeyê wî bibe û destûr xwest. Aksoy, di 31'ê Tîrmeha 2019'an de ji rêveberiya Girtîgeha Kocaelî "Destûra mazeretê" xewst. Lê rêveberiya girtîgehê ev daxwaz red kir. Derket holê ku rêveberiya girtîgehê di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji hesabê Halîl Aksoy ê li girtîgehê 4 milyon û 820 hezar TL pere birî ye. Parlamenterê HDP'ê ylê Agiriyê Abdullah Koç, diyar kir ku piştî Halîl Aksoy mexdûr bû, serlêdana sûc kiriye û diyar kiriye ku bêyî destûra wî pere ji hesabê wî birîne. Halil Aksoy xwest ku 4. 820,00 TL pereyê ku ji hesabê wî hatie birîn bi lez dîsa paşve bidin û rêveberiya girtîgehê li gorî hiqûq û zagonan der barê personelê girtîgehê de lêpirsinê bidin destpêkirin.
Parlamenterê HDP'ê ylê Agiriyê Abdullah Koç, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul vê rewşê bibersivîne pirsname da meclîsê. Koç ev pirs pirsîn:
*Ji bo 4.820,00 TL pereyên ku bê ûsûl ji hesabê Halîl Aksoy hatiye qutkirin dîsa paşve bê dayîn, hûn ê der barê Rêveberiya Girtîgeha Kocaelî de têkevin nava hewldanan?
* Li gel ku Rêveberiya Girtîgeha Kocaelî "Destûra mazeretê nedan" li ser navê wê "Mesrefa rê" qut kirine û nelirêtî kirine. Ji bo vê nelirêtiyê tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?
* Ji bo der barê mijarê de fatura, belge û nivîs derkeve holê hûnê raporê ji Rêveberiya Girtîgeha Kocaelî bixwazin?
* Her girtiyê ku dixwaze cihê wî bê guhretin, bêyî destûra wî pere ji hesabê wî tê birîn ya na? Têkildarî vê yekê teamul û zagon heye ya na?
* Ligel aşkere xuya dike ku persanel û Rêveberiya Girtîgeha Kocaelî sûcekî giran kiriye têkildarî rewşa girtîgehan tu zagon nayê guhertin, wê hesab neyê pirsîn?