AMED - Li Amedê rêveberê HDP'ê yê Amedê Şeyhmus Şenyîgît û kesekî din bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Li gundê navenda Amedê di 27'ê Îlonê de eskeran bi ser malan de girt û Reveberê HDP yê Bajarê Amedê Şeyhmus Şenyîgît û Yilmaz ê paşnavê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. 2 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Lîcê. 2 kesên îfadeya wan hatin girtin sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" der barê 2 kesan de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha tîpa D a Amedê.