NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê Alan Kurdî yê 3 salî ku di 2015'an de li Peravê Bodrumê fetisî û bi ser avê ketibû, Abdullah Kurdî, diyar kir ku di rêwîtiya penaberiyê de 2 kurê wî û hevjîna wî jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Ez li Tirkiyeyê rastî muameleya heywanan dihatim. Wekî heywanan li min dinerin. Ji bo penaberên li Derya Spî rizgar bikim di demek nêzîk de ezê bi keştiya piştevinê xwe berdin Deryaya Spî.
Bavê Alan Kurdî yê 3 salî di îlona 2015'an de dema derket rêwîtiya penaberê keştiya wan noqî avê bû û cenazeyê wî li peravê Bodrumê hat dîtin, Abdullah Kurdi, ji Rojnameya La Repubblica ya Îtalyayê re axivî. Abdullah Kurdî, diyar kir ku êdî ji bo alîkariyê bide penaberan têdikoşe û wiha got: "Di demek nêzîk de ji bo alîkariyê bidin koçberên Derya Spî ezê bi keştiyekê xwe berdin Derya Spî. Bav Kurdî yê li Hewlerê dijî diyar kir ku piştî êrîşên DAIŞê di sala 2011'an de li gel deh hezaran ji bajarê Kobanê xwe avêtin stara Tirkiyeyê û wiha got: "Malbatên hatin Stenbolê ji bo biçin welatekî din di 2'ê Îlona 2015'an de ji Bodrûmê li keştiyê suyar bûn û xwestin biçin welatên Ewropayê. Keştî dema noqî avê bû dayik Rihan û zarokên wê Galîb (5) û Alan (3) di avê de fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Bav Abdullah bi saxî rizgar bûbû. Bav Abdullah Kurdî, li Hewlerê Vakif ava kir û bi alikariya ku ji Kuveyt, Almanya, Kanada û Tirkiye ji wî re tê şandin alîkariyê dide zarokên penaber. Abdullah Kurdî ku hevjîn û zarokên xwe winda kirin, anî ziman ku di 2-3 mehên ewil de her kesî piştgirî da û piştî demekê û şûnde her tişt dîsa vegeriyan rojên berê û wiha got: "Dîwarên li pêş Ewropayê bilind kirin. Destûr nadin keştiyên penaberan nêzî peravên Ewropa bibin. Kesên ji şer direvin terkî qedera wan dikin. Kurdî, anî ziman ku ji bo piştevaniya penaberan armanc dike ku bi keştiyekê xwe berde Derya Spî û alîkariyê bide koçberan.
EZ LI TIRKIYE RASTÎ MUAMELEYA HEYWANAN HATIM
Abdullah Kurdî sedema rêwîtiya xwe ya ewropa jî wiha anî ziman: "Alan wê bibûya bijîşk. Ez ji vê yekê bawer im. Em dikarîbûn biçûna Swêd, Danimarka ango Almanyayê. Ez li Tirkiye rastî muameleyên heywanan hatim. Ez bawer dikim ku ji bo malbata xwe têbikoşim û ev mafê min ê herî rewa ye. Min li Kobanê berberî dikir. Di sala 2013'an de reviya Tirkiyeyê. Bifikirin hûn li Tirkiye berberekî sûriye yê bi tirkî nizanin. Li Stenbolê kes ji we hez nake. Kes kar nade we. Ji bo debarê bikim min mehê bi 600 TL di karê fabrîqeya tekstilê de dest bi karê paqijiyê kir. Min bi 50 teleyî rojê telîsên 100 kilo dendik bar dikirin û hemalî dikir."